Li gelek bajarên Ewropayê 15’ê Sibatê hatin şermezarkirin û lenetkirin

Bi armaca protestokirina Komploya 15’ê Sibatê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasboûrg ê Fransa, li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanya, bajarê Graz ê Awûstûralyayê û bajarê Kopenhag ê Danîmarkayê çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin.

LI STRASBOÛRGÊ LI PÊŞIYA SEFARETXANEYA DYA’YÊ ÇELENGA REŞ HATE DANÎN

Îro bi armaca şermezarkirina komploya 15’ê Sibatê li bajarê Strasboûrg ê Fransayê bi dehan Kurdistan û welatiyên Fransî li hev civiyan, li pêşiya Sefaretxaneya DYA’yê çelenga reş danîn.

Di çalakiya piştî nîvroyê hate lidarxistin de daxuyaniyek kurt hate dayîn, bang hate kirin ku piştgirî nedin hêzên komploger ên ku polîtîkayên qirkirin û îmhayê li ser gelê Kurd didn kirin. Çalakî, bi danîna çelenga reş û dirûşmên têkildarî azadiya Ocalan ve bi dawî bû.

CIWANAN LI NAVENDA BAJAR ÇALAKÎ KIRIN

Li Strasboûrgê di saetên şevê de çalakiyek din a protestoyê li Place Kleber a navenda bajêr hate lidarxistin. Nêzî 30 ciwanên endamên Ciwanên Azad û Jinên Ciwanên Azad li vê qadê kom bûn kompl şermezar kirin.

Ciwanan di tevahiya meşê de dirûşmên bi zimanê Fransî, Kurdî û Tirkî komplo şermezar kirin, bi sirûdên di gotin peyamên berxwedanê didan.

Li vir ciwanan daxuyaniyek kurt dan û diyarkirin ku wê çalakiyên wan ên li dijî komployê bidomin. Çalakiya di saet 18:30’an de destpê kir piştî nîvsaetê û şûnde bi dawî bû.

DÛÎSBÛRG

Bi armaca protestokirina Komploya Navneteweyî nêzî 400 Kurdistanî di saet 17:00’an de li pêşiya gara trenê ya bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê kom bûn, bi dirûşma “Bê Serok Jiyan Nabe” ve meşekî bi findan û mîtîngek li dar xistin.

Çalakiya ku Kurdistanî û dostên wan beşdarbûn ku li pêşiya Dûîsbûrg Banhofê hate lidarxistin daxuyaniyek hate dayîn. Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

“Bi Komploya Navneteweyî xwestin ku gelê Kurd bê nefes û pêşeng bihêlin, xwestin bi temamî tine bikin. Bi saya fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan komplo hate valaderxistin. Dewlet, komploya di şexsê Birê Ocalan de pêk anî û piştre bi şert û mercên giran ên tecrîdê ve dixwaze Kurdan îzole bike û girêdana wan a bi cîhanê ve qût bike. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tevî ewqas şert û mercên giran ên Girtîgeha Îmraliyê têkoşîna xwe didomîne.

Di çalakiyê de li ser navê Tevgera Jinên Kurd ên Elmanyayê axaftin hatin kirin. Di axaftina de hate diyarkirin ku di van 2 salên dawî de tecrîda girankirî ya li hember Ocalan hê girantir bûye. Di axaftinan de wiha hate gotin: “Bi dehan car me diyar kir ku ev helwest û nêzîkatiyê dewleta Tirk bi taybet girankirna şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan weke Tevgera Jinên Kurd ên li Ewropa, saziyên jina û gelê Kurd ên li Ewropa bêdeng nabin û em ê bê navber çalakiyên xwe bidomînin.

Di tevahî meşê de pankartên mîna “Ji Ocalan Re Azadî, Ji Kurdistanê Re Statû”, “Bijî Berxwedana Îmralî”, “Bimre Hêzên Komploger”, “Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin” û “Azadiya Ocalan, Azadiya Me ye” hatin vekirin û dirûşim hatin qîrkirin.

KOPENHAG

Li paytexta Danîmarka Kopenhagê jî bi armaca protestokirina Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê li pkêşiya Sefaretxaneya DYA’yê çalakiyê protestoyê hatin lidarxistin. Çalakiya protestoyê ya ku di pêşengtiya Meclîsa Jina Kurd a Sêvê de hate lidarxisin, posterê Ocalan hatin hildan û bi dirûşman komplo hate şermezarkirin.

Di tevahiya meşê de tecrîda li ser Ocalan hate protestokirin, daxwaza azadiya Ocalan hate kirin. Piştre jî Kurdistaniyan li pêşiya Sefaretxaneya DYA’yê çelenga reş danîn, dosyaya têkildarî komploy ku amadekiribûn radestî rêveberan hate kirin.

JI AKTIVÎSTAN PIŞTGIRÎ

Li kolanên cuda ên Kopenhagê jî aktivîstên dost ên Danîmarkayê, bal kişandin ser dîlgirtna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi Komployeke Navneteweyî û bi armanca piştgiriya bi Şoreşa Rojava re li stasyonan û kolanan nivîs nivîsandin.

Di nivîsandinên Grafîtît de dirûşmên “Ji Ocalan Re Azadî”, “ Piştgirî Bi Şoreşa Rojava Re” û “Dest Bidin Rojava” bal kişandin.

GRAZ

Îro li bjarê Graz ê Awûstûryayê bi armaca protestokirina komploya 15’ê Sibatê mîtîngek hate lidarxistin.

Gelek Kurdistaniyên ku di pêşengtiya Meclîsa Gel a bajarê Grazê di saet 17:00’an de li Sudrîroler Platzê kom bûn, mîtîngek li dar xistin.

Mîtîng bi deqeyek rêzgirtinê ve destpê kir. Di mîtîngê de pankarta bi zimanê Elmanî “Ji Ocalan Re Azadî, Ji Kurdistanê Re Statû” hatibû nivîsandin heta vekirin, belavokên têkildarî komployê hatibûn amadekirin hatin belavkirin.

Di axaftinên bi zimanê Elmanî û Kurdî hatin kirin de pêvajoya lidar xistina komployê hate vegotin, di çareserkirina pirsgirêka Kurd de rolê sekeke Ocalan dilîze.

Di axafitinan de hate diyarkirin ku komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Ocalan hate kirin, bi berxwedana Ocalan, Tevgera Azadiya Kurd û gelê Kurd hete valaderxistin, divê her kes ji bo azadiya Ocalan hê bêhtir bikeve nava liv û tevgerê.

Mîtîng di saet 18:00’an de bi dirûşman ve bi dawî bû.