Li Gebzeyê çalakiya rûniştinê, li Amedê greva birçîbûnê

Grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê mezin dibin, çalakiyên malbatan jî didomin. Malbatên girtiyan li Gebzeyê di çalakiya rûniştinê de ne û li Amedê jî greva birçîbûnê dest pê kir.

ÇALAKIYA NOBEDÊ YA LI GEBZEYÊ DIDOME

Malbatên girtiyên ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di  greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ne, piştgirî dan girtiyan û li pêşiya Girtîgeha Tîpa M a Gebzeyê duh dest bi çalakiya nobedê kirin. Îro jî tevî hemû astengiyên polîsan jî çalakî didome.

Saetên sibê malbat li pêşiya girtîgehê li hev civiyan, nêzî 3 saetan çalakiya xwe domandin û polîsan astengî derxist. Polîsan li GBT ya çalakgeran nihêrî û ji malbatan xwestin çalakiya xwe li kolana nêzî girtîgehê bidomînin.

Polîsan dîsan astengî derxist û malbatên girtiyan derbasî kafeya nêzî girtîgehê bûn. Polîsan derdora kafeyê dorpêç kir û ketin û derketina kafeyê qedexe kir. Polîsan li temaşeyî rûhsat, GBT û hemû evraqên xwediyê kafeyê kir.

MALBAT: YÊ BÊDENG BIMÎNE BÊ WIJDAN E

Malbatên Girtiyan, bi armanca piştgiriyê bidin çalakiya zarokên xwe yên li girtîgehan di grevê de û daxwazên wan bînin ziman, ji bo 3 rojan li Baroya  Amedê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin.

Xizmên girtiyan ên li Amedê ji bo daxwazên zarokên xwe bînin ziman ji bo 3 rojan li Baroya  Amedê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Gelek xizmên girtiyan di çalakiyê de cih girtin. Malbatên ku di çalakiyê de rûniştin wêneyên zarokên xwe hembêz kirin û daxwazên zarokên xwe parve kirin. Malbatan di çalakiyê de diruşmeya “Bijî berxwedana zindanan” û “Girtiyên siyasî rûmeta me ye" berz kirin. Ji ber çalakiyê polîsan avahiya Baroyê dorpêç kirin.

Li ser navê malbatan Dayika Aştiyê û xizma girtiyan Nezahat Teke, diyar kir ku hemû dayikên li Baroyê xwedî êş in û wiha got: "Em ji bo daxwazên zarokên xwe bînin ziman em hatine baroyê. Baro cihê hiqûq û edaletê ye. Em jî wekî dayikên hemû girtiyan rewşa zarokên xwe dibînin. Em dibêjin em dikarin dengê xwe li ku bilind bikin û bigîhînin rayedaran. Leyla Guven îro 154 roj in li dijî tecrîdê di greva birçibûnê de ye. Bi mirinê re rû bi rû ye. Em jî ji bo zarokên me nemirin li vir dest bi nobedê dikin. Em ê jî li vir 3 rojan rûnên û birçî bin. Duh em çûn ziyareta zarokên xwe. Me rewşa zarokên xwe dît. Êdî xew nakeve çavê me. Em bang li hemû cîhanê dikin. Mafê her kesî heye. Ji girtîgehan 7 cenaze derketin. Destûr nedan ku malbat li gorî daxwazên xwe zarokên xwe defin bikin. Em êdî naxwazin malbat darbestên zarokên xwe pêşwazî bikin. Yên ku guh nedin daxwazên zarokên me wîcdanê wan tune ye. Bila baro jî li qusûra me nenere. Bila her kes êdî dengê me bibihîze. Tenê daxwazek me heye. Bila zarokên me nemirin."

Cîgira Seroka Baroya Amedê Gazal Bayram Koluman jî anî ziman ku daxwazên girtiyan rewa û hiqûqî ye û wiha got: "Em çalakiya malbatan a rûniştinê û greva birçîbûnê qebûl dikin û fam dikin. Yên herî zêde ji grevê dikevin bin bandorê malbatên girtiyan in. Daxwazên we dayikan daxwazên me ne jî. Tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dijî hiqûqê ye. Ji bo tecrîd bi dawî bibe hikûmet erka xwe pêk neaniye. Baroya me mafê mirovan diparêze û mafê jiyanê pîroz dibîne. Ji ber vê yekê çalakiyek li vir mafdar e. Ji ber ku yên li vir çalakiyê pêk tînin xizmên girtiyên di çalakiyê de ne. Daxwazên we rewa û mafdar e. Ji ber vê yekê ez çalakiya we mafdar dibînim. Baroya me bi we re ye.  Hûn bi xêr hatine baroya me. Em dixwazin ku em bi we re ne."

Rêveberê Baroyê Serdar Çelebî jî anî ziman ku hatina malbatan a baroyê nîşan dide ku baweriya mirovan a ji hiqûqê hêj bi dawî nebûye û wiha got: "Baro her dem li pişt malbatên girtiyan e. Wê ji niha û şûnde jî li pişt malbatên girtiyan be."