Li Gazî terora polîsên tîmên taybet
Polîsên tîmên taybet li Taxa Gazî derdorê gulebaran dikin. Li mirovan didin û wan binçav dikin.
Polîsên tîmên taybet li Taxa Gazî derdorê gulebaran dikin. Li mirovan didin û wan binçav dikin.
Bi armanca şermezarkirina êrîşên qesrê yên li hember gelê Kurd mîlîsên YDGH, MLKP û TKP ML çalakî pêk anîn.
Polîsan bi bombeyên gazê êrîşî çalakvanan kirin. Ji ber bombeya gazê herî kêm 10 kes birîndar bûn.
Paşê polîsên tîmên taybet ên rûyê wan girtî ketin taxê û gule berdan derdorê.
Polîsan ji rojnamevanan re gotin, “Em dizanin hûn kî ne, hûn terorîst in”, şîdet pêk anîn û nehiştin dîmenan bigirin.
Li gor agahiyên herî dawî 4 kes hatine binçavkirin, gel jî diherike kolanan.
Aloziya li taxê didome.