Li Gavleyê Şehîdên Gulanê hatin bibîranîn

Li Gavleyê Şehîdên Gulanê hatin bibîranîn

Kurdistaniyên ku li bajarê Gavle yê Swêdê biboneya 18’ê Gulanê roja şehîdan hatin gel hev, ji bo bîranîna şoreşgerên Kurdistan û Tirkiyeyî yên di meha Gulanê de jiyana xwe ji dest dayî civînek lidarxistin.

Beriya civîna bîranînê, Kurdistanî bi awayê komî derketin nava bajar û îmze komkirin. Çalakiya ku weke perçeyek ji çarçoveya kampanya “Ji Ocalan re Azadî, ji Kurdistanê re Statû” hate li darxistin, rayagiştî di derbarê pêşketinên dawî yên li Kurdistanê agahdar kirin.

Merasima bîranîna Şehîdên Gulanê ku ji aliyê Meclisa Gel ya Kurda a li Gavleborgê, bi deqîqeyek ya rêzgirtinê destpêkir. Axaftvanên ku dane diyarkirin ku Tevgera Kurd Gulan weke Meha Şehîdan û 18’ê Gulanê jî weke Roja Şehîdan binavkiriye. Di civînê de hate diyarkirin ku, di meha Gulanê de di serî de Heqî Karer û gelek kadroyên binirx yên PKK’ê jiyana xwe ji dest dane.

Piştî ku navê şoreşgerên di meha Gulanê de jiyana xwe ji dest dane, yek yek hatin xwedin û kurt çîroka jiyana wan hate vegotin, sînevîzyonekî li ser şehîdan hate pêşandan. Kurdistaniyên ku piştre mafê axaftinê girtin û di derbarê şehîdan de fikir û hestên xwe anîn ziman. Bîranîna şehîdan bi îkramkirina xwarinê bidawî bû.