Li Gavleyê Roja Kobanê ya Cîhanê hate pîrozkirin

Ji bo 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li bajarê Gävleyê yê Swêdê bi pêşengiya Komuna Jinan a Warşîn û Kongreya Star şeva pîrozbahiyê hate lidarxistin.

Axaftina destpêkirinê ji aliyê Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Gavle Mûazzez Batte ve hate kirin û wiha got; “Rizgarkirina Kobanê ji çeteyan û sîstema wekhev û adil ya li Rojava bi saya şehîdan pêk hat.”

Batte Roja Kobanê ya Cîhanê ya gelê Rojava û gelên bindest pîroz kir û qala girîngiya piştevaniya bi Şoreşa Rojava re kir.

Li ser navê Kongreya Star Emel Alî jî got “Di berxwedana Kobanê de ya li dijî çeteyên DAÎŞ’ê şervanên YPJ’ê destan nivîsand. Kobanê bi hemû hêzên demokrasiyê re bû hêviya gelên bindest.”

Lêkolînvan Sûltan Ogûr jî axivî û got; “Ji ber xwe birêxistin kirîbûn berxwedana li wir bi serketinê bi dawî bû. Eger ev rêxistinkirîn nebûya wê berxwedaneke wiha bihêz çênebûya. Kobanê navê berxwedan û serketina hevpar ya gelan e.”

Piştî axaftinan li ber stranên Kurdî govend hate girtin û pîrozbahî bi dawî bû.