Li Gavleyê êrîşa li ser Şengalê hate şermezarkirin

Êrîşa dewleta Tirk a li Şengalê û şehîdxistina Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Zekî Şengalî, li bajarê Gavle yê Swêdê bi çalakiyekê hate şermezarkirin.

Çalakî bi bnga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li Gavleyê pêk hat. Parlamentera Ewropayê ya Partiya Keskan Bodil Valero li qada çalakiyê axivî û bi bîr xist ku yên herî zêde li dijî çeteyên DAÎŞ'ê têkoşiyan e Kurd in. Valero welatên rojavayî sûcdar kir ku li pêşberî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava û Şengalê bêdeng in.

Valero der barê serdana xwe ya Amedê de axivî û got, "Erdogan rê li ber atmosfereke tirsnak vekiriye. Hewl dide vê yekê li nava Ewropayê jî bike. Tevî ku hin dostên me em hişyar kirin ji bo neçin Amedê, em çûn. Tevî hemû zext û êrîşan jî li wê derê mûxalefeteke zindî û xurt heye. Ev yek me kêfxweş dike."

Siyasetmedarê Kurd Battal Batte jî welatên rojavayî rexne kir ji ber ku li pêşberî êrîşên li ser Kurdistanê bêdeng in. Batte bang li hemû welatan bi taybetî hikumeta Swêdê kir ku li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava û Şengalê helwestê nîşan bidin.

Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Keskan Andrea Bromhed jî tevlî çalakiyê bû û destek dan Kurdistaniyan.

Di çalakiyê de dirûşmên "Şehîd namirin" û "Mam Zekî namire" hatin qîrîn.