Li Freîbûrgê komîteya piştgiriya bi Kurdistanê re hat avakirin
Li bajarê Elmanya Freîbûrgê, bi beşdariya rêxistin, kesayetên sosyalîst û şoreşger ên Elman, komîteya piştgiriya bi Kurdistanê re hat avakirin.
Li bajarê Elmanya Freîbûrgê, bi beşdariya rêxistin, kesayetên sosyalîst û şoreşger ên Elman, komîteya piştgiriya bi Kurdistanê re hat avakirin.
Li bajarê Elmanya Freîbûrgê, bi beşdariya rêxistin, kesayetên sosyalîst û şoreşger ên Elman, komîteya piştgiriya bi Kurdistanê re hat avakirin. Endamên komîteyê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Freîbûrgê civiyan. Endaman êrîş û komkujiyên di dema dawî de li Kurdistanê rû didin nirxandin û li ser tedbîrên li dijî vê werin wergirtin, axivîn.
Komîteyê hilbijartinên 1'ê Mijdarê yên li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê jî xist rojeva xwe û biryar da ku ji bo şandina çavdêran ji bo şopandina hilbijartinê, xebat bên destpêkirin.
Komîteyê her wiha biryar stend ku di serî de li zanîngehê li gelek navendên bajêr stand bên vekirin û der barê xebatên HDP'ê de agahî werin dayîn. Bi vê armancê wê afîş û belavok bên amadekirin.