Li Fransayê û Elmanyayê azadkirina Reqayê hate slavkirin

Li Fransa û Elmanyayê, ji hêla hêzên QSD’ê ve rizgarkirina Reqayê ya ji destê çeteyên DAIŞ’ê hate pîrozkirin.

Li Fransa û Elmanyayê, ji hêla hêzên QSD’ê ve rizgarkirina Reqayê ya ji destê çeteyên DAIŞ’ê hate pîrozkirin.

BORDEAÛX

Li bajarê Bordeaûx ê Fransayê bi çalakiyeke konvoyê azadkirina Reqayê hate pîrozkirin. Di çalakiyê de bi sedan wesayit hebûn, Fransiyan jî pêwendiyek nîşan dan.

Piştî pîrozbahiyê di axaftinan de hate gotin, ‘’Fransî îro destûrê didin ku tenê em nîv saetê pîrozbahiyê bikin. Lê divê ew jî vê rojê pîroz bikin, her wiha Kurd jî divê pîroz bikin. Piştî îxaneta Barzanî Şengal, Kobanê û derdora Kerkûkê jî wê ji hêla şervanên  azadiyê ve were rizgarkirin.’’

BERLÎN

Li paytexta Elmanya Berlînê jî azadkirina Reqayê bi mîtîngekê hate pîrozkriin.

Li ser banga PYD Berlînê  Kurdistanî li ber deriyê Brandenburger Torê civiyan, pankarteke ‘Reqa êdî azad e’ ya bi Kurdî, Erebî, Elmanî vekirin.

Di çalakiyê de ji bo bîranîna şehîdên Şoreşa Rojava sirûda Ey Reqîb hate gotin.

Di mîtîngê de PYD, NAV-DEM, DES-TAN Meclîsa Jinan NAV-YEK, Federasyona Êzîdiyan hebûn. Di axaftinan de teslîmkirina Başûr hate şermezarkirin, azadbûna Reqayê hate slavkirin.

Gelek caran dirûşmên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin berzkirin, posterên Ocalan, alayên YPG,YPJ’ê hatin hildan.

BONN

Li Bonnê ya Elmanya jî azadkirina Reqayê hate slavkirin. Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate slavkirin.

Çalakî li Munster Platzê ji hêla PYD-Bonn û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ve hate organîzekirin. Hevserokê Meclîsa Gel Ahmet Mardîn axivî.

Mardîn got ew minetdarên wan şehîdan in ku bi xwîna xwe Reqa azadkirin û xwest ku Kurdên Ewropa destekê bidine vê têkoşînê.