Li Fransayê siyasetmedar ji bo Kurdan bûn yek

Li Fransayê gelek siyasetmedar, nivîskar û nûnerên rêxistinên civakî li dijî êrîşên li dijî Rojava li hev kom bûn û bi tundî li ber dewleta Tirk rabûn.

Li paytexta Fransa Parîsê bi dehan parlamenter, senator, şaredar, entelektuel, nivîskar, kedkarên tenduristiyê, sînemava û nûnerên rêxistinên civakî gotin, "Divê Fransa tavilê bikeve nava liv û tevgerê û hevalbendên me KUrdan biparêze" û li hev kom bûn.

Di dîroka Fransayê de bûyereke nû qewimî û yekemcar parlamenter, rastgir, çepgir, çep a radîkal, komarger, lîberal û hawirdorparêz ên li parlamentê li heman platformê li hev kom bûn.

Partiya rastgir a tund ne di nav de, bi beşdariya parlamenterên Partiya Komunîst, Komarger, Kesk, Tevgera Serî Natewîne, Partiya Çep, Jenderasyon, Partiya Sosyalîst, partiya ÛDÎ yên li parlamentê li hev kom bûn.

Civîn li salona Paris Teatre du Gymnase Marie Bell pêk hat.

Daxwazên ku di civînê de bi giranî hatin kirin wiha ne:

"Fransa bêyî dereng bimîne divê dest ji peyamên piştevaniyê berde, bi roleke siyasî tevbigere û Ewropayê bixe nava liv û tevgerê ku şer bê rawestandin.

Ji bo qada hewayî tavilê bê qedexekirin bi welatên Ewropayê re biryarekê werbigire.

Bila Fransa tavilê bang li Sefîrê xwe yê li Tirkiyeyê bike û wî ji Tirkiyeyê vekişîne.

Hebûna Tirkiyeyê ya li nava NATO'yê bê rawestandin.

Pêkanînên aborî li Tirkiyeyê bên ferzkirin.

Fransa ji bo alîkariya însanî û leşkerî ya ji bo Rojava bi roleke aktîf tevbigere.

PKK ji lîsteya rêxistinên terorê bê derxistin.

Êdî zext li milîtanên Kurd ên li Fransayê neyê kirin."