Li Fransayê kursiya serokwezîr diheje
Li Fransayê kursiya serokwezîr diheje
Li Fransayê kursiya serokwezîr diheje
Li Fransayê Desthilatdariya sosyalîst ku îtîbara wê li cem gel qels dibe, piştî krîza aborî niha jî li riya derketina krîza siyasî digere. Di van rojên ku îstîfaya serokwezîr Jean-Marc Ayrault jî tê nîqaşkirin de, di nava kesên ku tê pêşniyar kirin dê bikevin şûna wî, navê wezîrê karê derve yê populer jî di rojevê de ye.
Ji gulana 2012’an heta niha Françoîs Hollande û Partiya Sosyalîst (PS) ku desthilatdare rojên zehmet dijîn. Hikûmeta ku nekare aboriyê mezin bike, bimîne hejmara betalan kêm bike, her diçe zêde dike û her wiha bi sûcdaririya ‘Bi bacên nû hewl dide dewletê li ser piyan bihêle’ tê sûcdakirin, ji aliyê gel ve rastî nerazîbûnan tê. Hollan de û partiya PS li aliyekê hilbijêrên xwe xeyîdandine û li aliyê din jî pêşî li îstîsmara vê rewşê a rastgiran nagire.
PARLAMENTERÊ PS: DEMA GUHERTINA SEROKWEZÎR HATIYE
Li gorî serokomar hedefa rexneyan serokwezîr ê ku xwedî rayeyên qelse. Parlamenterê PS yê Essonne Malek Boutîh da zanîn ku ew ji hilbijartinên herêmî ditirse û duh bang li Hollande kir û got: Dema guhertina serokwezî hatiye. Boutîh diyar kir ku welat di dema krîzeke asayî de derbas dibe û yekane riya ku ji vê krîzê derkeve ev e, divê serokwezîr bê guhertin.
Piştî nûçeyên îstîfaya serokwezîr Jean-Marc Ayrault, hemû kesê berê xwe da ku dê kî bê şûna wî. Hat gotin ku pêşniyara bila, wezîrê karê hundir Manuel Valls, Şardarê Lîlle û sekreterê giştî yê PS Martîne Aubry û serokê Koma Meclisa partiyê Claude Bartelone bikevin şûna Arault hatiye kirin.
Wezîrê karê derve Manuel Valls ligel helwesta xwe ya tund ya di mijarên penaber û ewlehiyê de hê jî endamê herî ku tê ecibandin yê kabîneyê ye. Martîne Aubry jî zêdetir xîtabê hilbijêrên çep dike.
AYRAULT BI BIRYARE KU KURSIYÊ BERNE DE
Serokwezîr duh li Meclisa Netewî hikûmet û îcraatvan parastin. Ayrault da zanîn ku hikûmet û serokomarî bi hilbijartinê hatiye ser kar û çalakiya di 11’ê mijdarê de li dijî serokomar pêk hatiye bibîrxist û got: “Fransa komare. Li pêş vê jî divê Meclisa Netewî hebe.”