NANTES
Li bajarê Nantes ê Rojavayê Fransa ji bo protestokirina êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a li ser Kurdistanê ji aliyê Komeleya Elewiyan ve çalakiya greva birçîbûnê ya 2 rojan hat destpêkirin. Çalakiya ku îro destpêkir, 20 kes beşdar bûn. Komaleya Engîn Sîncar jî piştgirî da çalakiyê.
Serokê Komaleya Elewiyan a Nantesê Îmam Yalvaç wiha anî ziman: “Li Kurdistanê di van kêliyan de dewleta Tirk terorê dimeşîne; pitikan, zarokan, jinan û kalan qetil dikin. Kurdistan veguheriye Kerbelayê. Bêdengî mirinê bi xwere tîne. Kurdistanî û Elewiyên li Ewropa divê hê zêdetir bi bandor bin.”
HANNOVER
Kurdistaniyên li bajarê Hannover a Elmanyayê dijîn, çalakiyên xwe yên li hember qirkirina dewleta Tirk a li ser Kurdistanê didome, îro jî berdewamkirin. Çalakiya di pêşengtiya Ciwanên Azad de hat lidarxistin DÎDF, Dîe Lînde, Solî, Jûgend, AABF, NAV-DEM û TJK-E û gelek rêxistinan piştgirî kir.
Bi sedan kes rexmê hewaya sar û berfê li Steîntorplatz kom bûn, berxwedana xwerêveberiyê silav kirin û AKP protesto kirin.
Di çalakiyê de daxuyaniya li ser navê Ciwanên Azad hat xwendin û wiha hat gotin: “Ji bo berxwedana Kurdistanê, divê li Ewropa em bibin dengek hê mezintir, weke ciwanên Kurdistanê divê em her deverê veguherînin qada berxwedanê. Sibehê dibe pir direg be; îro tam roja rabûna serhildanê ye.”
Di banga ji bo Hikûmeta Merkel de jî wiha hat gotin: “Hûn li bendê ne heta ku çend sivîl din jî bên qetilkirin? Ji bo dawî hatina qetlîaman demildest bikevin nava tevgerê.”
Çalakî bi dirûşmên ‘Qatil Erdogan” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.