Li Frankfurtê meşa ji bo Kobanê
Li Frankfurtê meşa ji bo Kobanê
Li Frankfurtê meşa ji bo Kobanê
10 hezar Kurdên li bajarê Elmanya Frankfurtê li hev kom bûn, êrîşên li hember Kobanê protesto kirin. Meşa bi pêşengiya Civaka Azad a Başûrê Elmanyayê ve hate lidarxistin, 10 hezar kes ji bajarên Frankfurt, Giessen, Darmstadt, Nürnberg, Mannheim, Saarbückenê tevlî bûn.
Kurdistaniyên li bajarên Elmanyayê Frankfurt, Giessen, Darmstadt, Nürnberg, Mannheim, Saarbücken dijîn, li bajarê Frankfurtê li hev kom bûn û bi armanca xwedîderketina li berxwedana Kobanê meşek li dar xistin.
Çalakgerên greva birçîbûnê ya li bajarê Wiesbadenê jî bi pankarta “Em êrîşên li ser Kobanê şermezar dikin” di refa pêşî ya meşê de cih girt. Di meşê de gelek sazî û rêxistinên penaberan û çepgiran amade bûn û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên KCK, PYD û YPG’ê hatin hildan.
Girseya gel ku heta Roberplatzê meşiyan, dirûşmayên weke “Bijî Berxwedan Kobanê”, “Bijî YPG/YPJ”, “Tirkiye fînanse dike, DAIŞ dikuje” û Bijî Serok Apo” qêriyan. Di dema mitînga li Romertplatzê de, cihê girseyê têrê nekir.
Alîkarê Hevserokên NAV-DEM’ê Bahattîn Dogan, di mitîngê de axivî û diyar kir ku ger îro Kobanê li ber xwe bide, Kurdên li Ewropayê jî dê li vir li ber xwe bidin. Dogan bal kişand ku hemû pêşketinên li Rojhilata Navîn çêbibin, girêdayî rewşa Kobanê ne. Bahatîn bal kişand ser berxwedana destanî ya YPG/YPJ’ê û ev bang li Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn kir: “Kobanê çawa li ber dide, divê em jî li her derê li ber xwe bidin.”
Di mitîngê de tevî belavoka Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJKE), daxuyaniyên sazî û rêxistinên destek dane meşê hatin xwendin û banga piştgiriya Kobanê li raya giştî ya navneteweyî kirin.
Ciwanên Azad, di daxuyaniya xwe de banga xurtkirina çalakiyan û têkoşînê li ciwanên Kurd ên li Ewropayê dijîn kir.
Yek ji nûnerên Yekîtiya Çalakiya Enternasyonal-Frankfurt diyar kir ku divê yên ku DAIŞ’ê mezin kirine bêne lêpirsînkirin û bang li Ewropa û Elmanyayê kir û got: “Divê qedexeya li ser PKK’ê rabe. Divê bazirganiya çekan a bi Qeter, Erebîstana Siûdî û Tirkiyeyê re bê rawestandin.”
Her wiha li ser navê Ja Basta Netz, ADHK û gelek komên çep ên Elmanan axaftin hatin kirin. Çalakî bi dirûşmaya “ Bijî Berxwedana Kobanê bi dawî bû.”