Li Frankfurtê jin li dijî tecrîdê daketin qadan
Li Frankfurtê jin daketin qadan û bal kişandin ser tecrîdê û grevên birçîbûnê.
Li Frankfurtê jin daketin qadan û bal kişandin ser tecrîdê û grevên birçîbûnê.
Endamên Meclîsa Jinan a Kurd û jinên ji çepgiriya Elman, li pêşiya rojnameya Frankfurter Rundschau li hev civiyan û bal kişandin ser grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê. Kom kete hundirê avahiya rojnameyê û qala grevên birçîbûnê û tecrîdê kir. Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin û pankarta bi nivîsa "Hûn çima bêdeng in?" hate vekirin.
Jinan piştre bi xavikên spî li navenda bajêr li Zeilê çalakiyek pêk anîn û bang li demokratan hemûyan kirin ku li dijî tecrîdê bikevin nava hewldanan.