Li Frankfurtê her çarşemî dê nobeta ‘edaletê’ bê girtin

Li Frankfurtê her çarşemî dê nobeta ‘edaletê’ bê girtin

Çalakiya nobetê ya ‘Edaletê’ ji bo her sê siyasetmedarên kurd yên li Parîsê hatin qetilkirin her diçe zêde dibe.  Kurdên li bajarê Frankfurtê ya Almanyayê dijîn ji vir şûnde dê her çarşemê çalakiya runiştinê pêk bînin.

Ji bo 3 siyasetmedarên jin yên kurd ku li paytexta Parîs ya Fransayê bi awayekî hovene hatin qetilkirin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez çalakiyên bi pêşengiya Tevgera Jinan a Kurd ya Ewropayê hate dest pê kirin her diçe zêde dibe.

Di çarçoveya kampanyaya bi navê ‘Em edaletê dixwazin’ li Frankfurtê Meclisa Jinan a Amara vê hefteyê 20 kartên îmzekirî şandin serokatiya Fransayê.

Jinên kurd yên Fransayê ji vir şûnde her hefte dê roja çarşemê çalakiyê pêk bîne. Çalakiya runiştê dê di navbera 14.00-15.00’an de pêk were.