Li Frankfurtê 5 hezar kes ji bo Efrînê meşiyan
Êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê û qirkirina Kurdan, li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê hatin şermezarkirin.
Êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê û qirkirina Kurdan, li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê hatin şermezarkirin.
Nêzî 5000 Kurdistanî û dostên wan ên li Frankfurt, Offenbach, Hanau, Giessen, Darmstadt, Rüsselsheim û Mainzê dijîn, danê êvarê saet 17:30'î li ber HBF a Frankfurtê li hev civiyan û pankarta bi nivîsa "Bijî berxwedana Efrînê" vekirin.
Girseya gel destpêkê ber bi Konsolosxaneya Rûsyayê ve meşiya û çalakiya rûniştinê kirin.
Di çalakiyê de dirûşmên "Terorîst Putin", "Terorîst Erdoğan", "Bijî berxwedana Efrînê" hatin qîrîn. Piştre berê xwe da Konsolosxaneya DYA ku bi 7 kîlometreyan dûrî hev in.
Li ber Konsolosxaneya DYA jî mîtîngek hate lidarxistin.
Siyasetmedarê Kurd Serhat Agirî piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan axivî.
Agirî got, "Çawa ku me li Kobanê DAÎŞ têk bir, em ê îro li Efrînê artêşa Tirk a dagirker têk bibin" û destnîşan kir ku divê Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn her kêliyê li ser piyan bin û çalakiyan li dar bixin.
Nêzî 50 ciwanî li ber Konsolosxaneyê heta ber destê sibehê ketin çalakiya rûniştinê.