Li Fîlîpînan dîmenên qiyametê

Li Fîlîpînan dîmenên qiyametê

Piştî du rojan derket holê ka bê bagera Haiyanê çi anî serê Fîlîpîniyan. Rayedar dibêjin herî kêm 10 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane. Bagera super ji sedî 70-80 herêmên di ser re derbas bû, xera kir. Li dû xwe, dîmenên mîna cihê qiyametê li rastê hişt.

Ji Weather Undergorund a navenda wê li DYE ye meteorolog Jeff Master hişyarî dabû û gotibû, "Ev yek dê bibe bagera herî dijwar a heta niha li ser rûyê erdê hatiye dîtin." Pêşdîtin piştrast bûn. Bagera Haiyan bi leza ji saetê 315 km li eyaletên Leyte û Samar ên li rojhilatê welêt xist.

Li gorî bîlançoya şefê polîsan a herêma eyaleta Leyte'yê, li Fîlîpîniyan herî kêm 10 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane. Sekreterê Giştî yê Xaça Sor Gwendolyn Pang roja Şemiyê daxuyanî da AFP'ê û diyar kir ku ev yek texmîneke û divê jimartin bê kirin.

Asta rasteqîn a karesatê hînê zelal nebûye. Lê belê giravên ku herî zêde ketin bin bandora bagerê Leyte, Cebû û Samar in. Taxên paytexta girava Leyteyê Tacloban, ku bendergeheke bi temamî hilweşiyan. Bagera super, dema xwe gihand dijwariya xwe ya herî bilind, di ser vî bajarê ji 200 hezar şêniyî, derbas bû.

MÎNA DÎMENÊN TSÛNAMÎ YÊN 2004'AN

Berdevkê Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî Sûad Mesûdî ji radyoya pirzimanî RFI re peyivî û got, "Tê gotin ku li 39 eyaletan, 4,9 mîlyon malbat ketine bin bandorê." Mesûdî ragihand ku di rewşa heyî de 1223 navendên wan ên veguhastinê hene û got, "Nêzî 3.400 xanî hilweşiyan. Ji van 2.000 bi temamî xera bûn. Ev bîlanço ne bîlançoya dawî ye."

Şefê polîsan ê herêmî yê eyaleta Leyte Elmer Sorîa da xuyakirin ku rojên În û Şemiyê bagerê ji sedî 70 û 80'yî herêmên di ser re derbas bûye, hilweşandiye. Ji ber ku pêwendî bi tevahiya giravê re nayê danîn, asta rastî ya xesarê nehat hesabkirin. Fikar tê kirin ku hejmara qurbaniyan zêdetir bibe. Wêneyên destpêkê yên ji helîkopteran hatin kişandin, tsûnamiya sala 2004'an li Asyayê da, tîne bîra mirovan.

ALÎKARIYA DESTPÊKÊ TÊRÊ NAKE

Şahid jî behsa asta karesatê dikin. Nûçegihanê El Cezîrê Wayne Hay ê çû bajarê Taclobanê ragihand ku mirov bêyî rawestand li xizmên xwe yên winda digerin, hewl didin av û xwarina nayê dîtin, peyda bikin. Rojnamevan diyar kir ku leşkerên ji bo organîzekirina alîkariya destpêkê hatine şandin "bi temamî têrker nînin."

Nûçegîhanekî din ê vê televîzyona Ereb ku berî bager xwe bigihîne Fîlîpîniyan çûbû Tacloban, di hesabê xwe yê twîtterê de gotibû, "Roja Pêncşemê ji ber qurîniya pêlên deryayê mirov nikarin razên". Nûçegîhan piştî ku bager bihurî jî gotibû, "Her der mîna erdê rast bûbû, hilweşiya bû, bi tenê di nava du saetan de veguherî bajarê xeyalet"

REWŞ REŞBÎN E, MIROV DIŞIBIN ZOMBIYAN

Rojnamevan got, "Hikûmet texmîn dike ku 20 an jî 30 hezar mirî hebin. Ez di wê baweriyê de me ku dê mirovên di nava avê de asê mane jiyana xwe ji dest bidin, ji ber ku ti alîkarî dê di dema xwe de nikaribe wan rizgar bike." Der heqê rewşa piştî bagerê de rojnamevan diyar dike ku ne av ne jî xwarin nîne, nexweşxane di rewşeke bê elektrîkê hewl dide bi mirovan re mijûl bibe û dibêje, "Rewş bi rastî jî reşbîn e."

Xwendekarê Tipê Jeny Chu yê ji Reutersê re peyivî got, "Mirov dişibin zombiyên li xwarinê digerin. Mîna fîlman."

Rojnamevana CNN Paûla Hancocks a derfet dît li ser Tacloban bigere got, "Hema bêje darek bi tenê jî nîne ku hilneweşiya be." Ekîba BBC jî radigihîne ku bi sedan kes ji bo werin veguhastin ber bi balafirgeha ji bagerê xesar dîtiye, diçin.