Li Fîlîpînan baranên musonê jiyan felc kir
Li Fîlîpînan baranên musonê jiyan felc kir
Li Fîlîpînan baranên musonê jiyan felc kir
Baranên musonê ku li Fîlîpînê dest pêkir, li Manîlayê bû sedema mirina 3 kesan. Barana muson ku bu sedema lehiyê, her wiha ji bo vekirina cemawerî, avahiyên dewletê, borsa û şîrketê jî bû astengî. Rayedaran da zanîn ku heta niha lehî bûye sedema mirina 3 kesan û her wiha gelek kes jî wenda bûne.
Li Manîla ya Fîlîpînê jiyan felc bûye. Baranên musonê li gelek taxên bajar bû sedema lehiyê. Dibistan, daîreyên dewletê û şîrket hemû girtine. Li bajar alarma sor hatiye dayîn. Rê jî ji ber avê hatin girtin.
Baranên muson, bi destpêkirina bahoza tropîk tramî bi bandortir bû. Li Fîlîpînan di sezona baranê de her sal herî kêm 20 tofan pêk tên.