Li Fankfurt û Hamburgê komkujî hat şermezarkirin

Li Fankfurt û Hamburgê komkujî hat şermezarkirin

Qetilkirina 3 siyasetmedarên kurd a li Parîsê, li bajarên Frankfurt û Hamburg a Almanyayê bi çalakiyan hate protestokirin.

Ji bo Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) li Frankfurtê çalakiyek hat pêkanîn.

Çalkaiya ji aliyê Meclisa Jinan a Amara û Meclisa Gel a Herêmê ve hat organîzekirin duh saet di 16.00’an de dest pê kir. Meş ji qada Hauptwache ya bajar dest pê kir û heta ber seferatxaneya Fransayê berdewam kir. nêzî 300 kesî tevli çalakiyê bûn û di çalakiyê de wênyên her sê siyasetmedaran hatin hildan û bê navber ‘Jin Jiyan Azadî’ ‘Şehîd Namirin’ hatin qêrîn.

Li ser navê Saziya Malbat û Şehîdan Delal Alparsalan axaftinek li ber seferatxaneyê kir û diyar kir ku qetilkirina 3 jinên kurd ne ku tenê li Kurdistanê, nîşan daye ku li hemû cîhanê ji bo astengkirina siyasetê her tişt tê kirin.

Di dema çalakiyê de li ber seferatxaneyê ewlehiyê girîng hatin girtin û xebatkarên seferatxaneyê ji hundir de bi kamerayê dîmen kişandin.

Çalakî bi danîna çelenga reş ya li ber seferatxaneyê bi dawî bû.

LI HAMBURGÊ JÎ PROTESTO

Bi pêşengiya Meclisa Jinan a Hamburgê û rêxistinên jinan yên Fransayê li ber seferatxaneya Fransaye mîtîngek pêk hat.

Bi sedan kes tevlî mîtîngê bûn. Parlamentera Parlamentoya Eyelata Hamburgê Chrîstîane Schneîder axaftinek kir û got ew vê komkujiyê bi tund şermezar dike û da zanîn ku sekna tevgera jina azad a kurd li cîhanê yekemîn e û got ku dê her tim bi wan re di nava piştevaniyê de bin. Ligel vê rêxistinên din ATÎF, Yekitiya Jinên Sosyal AGÎF, Rêxistinên Ciwanên Demokratîk a Nû, Partîzan, ADKH, Bloka Emperyalîsta Dij piştgirî dan çalakiyê û komkujî şermezar kirin.

Li navê Navenda Jinan a Nûjiyan dosyayek bi nameyekê re pêşkêşî seferîrê Fransayê Sylvîe Massîere hat kirin. Heteya ku dosya pêşkêş kir, Massîere bi disariyeke mezin daxwaza hevdîtin red kir.

Piştî çalakiyê ciwanên kurd heta ber seferatxaneyê çalakî pêk anîn û çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.

Roja yekşemê saet di 14’an de li taxa Nettelnburgê, Meclisa Gel a Hamburgê li Salona Dawetê ya Hîthause dê ji bo her sê siyasetmedaran çalakîiyekê li dar bixin.