Li Ezaz û Marêehê çete bi hev ketine
Çeteyên DAIŞ'ê, li Ezaz û Marêehê li hemberî El Nûsra û Cephet Ul Şamiye yên di civînê de bûn du êrîşên cuda yên xwekujî pêk anîn. Di encama van êrîşan de zêdeyî 50 kes mirin.
Çeteyên DAIŞ'ê, li Ezaz û Marêehê li hemberî El Nûsra û Cephet Ul Şamiye yên di civînê de bûn du êrîşên cuda yên xwekujî pêk anîn. Di encama van êrîşan de zêdeyî 50 kes mirin.
Çeteyên DAIŞ'ê, li Ezaz û Marêehê li hemberî El Nûsra û Cephet Ul Şamiye yên di civînê de bûn du êrîşên cuda yên xwekujî pêk anîn. Di encama van êrîşan de zêdeyî 50 kes mirin. Pevçûnên piştî êrîşan di navbera komên çeteyan de derketin, dewam dikin.
Li gorî çavkaniyên herêmî, li herêmê Ezaz û Marêeh ên Sûriyeyê ku li ser sînorê Bakurê Kurdistanê ne, çeteyên DAIŞ'ê li hemberî biryargehên El Nûsra û Cephet Ul Şamiye 2 êrîşên xwekujî pêk anîn. Di encamê de 4 jê fermandar zêdeyî 50 çete hatin kuştin, zêdeyî 100 jî birîndar bûn.
Hat ragihandin ku êrîşa destpêkê li herêma Marêehê di dema civîna El Nûsra û Cephet Ul Şamiye de bi mînîbusê li hemberî biryargehê pêk hat. Di êrîşê de ji lîderên çeteyên El Nûsra Ebû Marya El Babî, ji lîderên Cephet Ul Şamiye Yahya Zekeriyya û Hazim El Salih jî di nav de 17 çete hatin kuştin, 65 çete birîndar bûn.
Êrîşa duyemîn jî li hemberî Biryargeha Cephet Ul Şamiye ya li Ezazê hat lidarxistin. Li vir jî 33 çete hatin kuştin, 55 jî birîndar bûn. Li gorî agahiyan, birîndar rakirin nexweşxaneyên li Kîlîs û Dîlokê.
Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê pevçûnên li Ezaz û Marêehê piştrast kir û diyar kir ku pevçûn bi êrîşa çeteyên DAIŞ'ê re destpê kriye.