Li Ewrûpayê Kurd ji bo Rojava û Ocalan daketin qadan

Li bajarê Marsîlyayê yê Fransayê û li bajarê Malmoyê yê Swêdê ji bo protestokirina êrîşên li ser Rojava û tecrîda li ser Ocalan meş hatin lidarxistin.

Kurdên li Marsîlyayê û derdora wê dijîn, ji bo protestokirina êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Rojava û Bakurê Sûriyeyê û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin qadan.

Bi sedan kes li Qada Canebîereyê li hev kom bûn û bi alayên YPG, YPJ û PKK’ê û bi alayên Ocalan dest bi meşê kirin.

Di meşê de pankartên ‘Ji bo jiyaneke azad em li dora berxwedana Kobanê bibin yek’ û ‘Bila tecrîda li ser Ocalan were bidawîkirin’hate vekirin.

Di meşê de sloganên ‘Tirkiye kujer e, Ewrûpa jî şirîk e’, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bijî berxwedana Kobanê’ hate berzkirin.

Di meşê de belavok hatin belavkirin û piştre li qada Vîeûx Portê mîtîngek hate lidarxistin.

Li ser navê Komîteya Piştevaniya bi Kurdistanê re Annîck Samoîelîan axivî û got ku, “YPG û YPJ ên ku duh qehreman dihatin dîtin, dewleta Tirk êrîşî wê dikin. Li hemberî van êrîşan Fransa bêdeng dimîne.”

Li ser navê Partiya Komunîst a Marsîlyayê Josîan Dûrrîeûx jî got ku, “Erdogan êrîşî Kurdên li Rojava dike yên ku di çavên cîhanê de qehreman in. Fransa û hin welatên Ewrûpayê vî cesaretî didin wî. Bi ser de Macron Erdogan vedixwîne Fransayê. Ev nayê qebûlkirin.”

Li ser navê NCDK a Marsîlyayê Yakûp Domî jî bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û banga xwedîlêderketina Ocalan û Rojava kir.

LI MALMOYÊ 16 RÊXISTÊN CIVAKA SIVÎL ÇALAKÎ PÊK ANÎN

Li bajarê Malmo yê Swêdê 16 rêxistinên civaka sivîl ji bo 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daketin qadan û Şoreşa Rojava pîroz kirin.

Beriya meşê Navanda Perwerdehiya Karkeran (ABF), Rêxistina Navenda Karkerên Swêdê (SAC), Şaxê Malmo, Malên Trans û Îltica ya Jinan, Şaxê Partiya Çep a Malmo, Mala Çanda Îranê, Komîteyên Rojava, Ciwanê Çep, Malmo a Hemûyan, Sînemaya Gel a Malmo û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd jî di nav de 16 rêxistinan semînerek têkildarî bûyerên li Rojava lidarxistin.

Piştî semînera li Sînemaya Gel a Malmoyê fîlmê ‘Berxwedan Jiyan e’ hate nîşandan. Di saet 14:00’an de ji bo piştevaniya bi gelê Rojava û şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk li dijî Rojava xwepêşandan hate lidarxistin.

Çalakî li Qada Stortorgetê pêk hat û li ser navê Komîteya Roajva axaftin hate kirin. Di axaftinan de hate gotin hêzên YPG/YPJ’ê bi berdelên giran Kobanê ji çeteyan rizgar kir.

Mats Kejonen li ser navê Partiya Çep axivî û wiha got; “Ji bilî çiyayên Kurdan dostê wan tuneye. Sala derbasbûyî paytexta DAÎŞ’ê hate girtin û li cihê ku berê serê mirovan dihate jêkirin niha alên YPG û YPJ’ê hatin daliqandin. Ên ku Reqa rizgar kirin keç û xortê Êzidî, Ereb, Kurd û şervanên şoreşgerên ên ji welatên cûda bûn.”

Di çalakiyê de dirûşmeyên ‘Bijî Berxwedana Rojava’, ‘Artêşa Tirk bicehime’ hatin berzkirin û pankartên piştevaniya ji bo Şoreşa Rojava hatin vekirin.

LI NORMANDIYA CIVÎNA GEL

Li herêma Normandiya a Fransayê jî bi beşdarbûan Hevserokê Kongreya Gel Remzî Kartal civîna gel hate lidarxistin. Kartal di civînê de axivî û wiha got; “Dewleta Tirk hemberê gelê Kurd şerê tunekirinê daye destpêkirin. Bi girtin û kuştinan dixwaze vî tiştê pêk bîne. Ji ber wê jî dixwaze her çar parçeyê Kurdistanê şer bide meşandin. Bi piştgiriya dewleta Rûsyayê û bêdengiya DYA’yê û dewletên koalîsyonê Efrîn dagir kirin. Dixwaze heman rengî destkeftiyên Rojava bin bixin."

Kartal wiha domand; "Di heman demê de bi péşengiya PDK’ê ve hember gerîla şer daye destpêkirin. Dîsa li Bakurê Kuridistanê bi girtin û kuştinan dixwaze çavê gel bitirsîne. Tecrîta li ser Serokatî jî bi vî polîtîqayê re girêdayî ye. Bêdengiya dewletên Wwropa, CPT û DMME jî piştgiriyê dide Dewleta Tirk. Divê gelê Kurd vî bêdengiyê bişkînin û xwedî li Serokê xwe derkevin. Ev sal sala Serokatî hatiye îlankirin. Heya ku ji Serok agahî neyê girtin gerek gelê Kurd CPT Û DMME’yê rehet bernedin. Bi van çalakiyan divê her kes bizanibe ku kesek nikare Gelê Kurd û Serok APO ji hev biqetîne."