Li Ewropayê xetereya birçîbûn û xizaniyê zêde bû
Li Ewropayê xetereya birçîbûn û xizaniyê zêde bû
Li Ewropayê xetereya birçîbûn û xizaniyê zêde bû
Li gorî lêkolîneke li Ewropyaê hatiye kirin, li Ewropayê 120 mîlyon kes bi xetereya xizaniyê re rû bi rû ye. Li gorî daxuyaniyê 43 mîlyon Ewropayî, li malên xwarinê, xwedî dibin an jî bi bexşa xwarinê hewcedariya xwe dibînin. Ewropa 60 salên dawî de dema xwe ya herî xerab dijî.
Li gorî rapora ku Federasyona Komeleyên Heyva Sor û Xaça Sor ya Navnetewî (IFRC) amade kiriye derket holê ku li Ewropayê xizanî her diçe zêde dibe. Li gorî raporê di 60 salên dawî de krîza mirovahî ya herî giran Ewropa dijî. Li 22 welatên Rojhilat û Başur ya Ewropayê rêjeya kesên ji bo alîkariya xwarinê serlêdanê dikin di navbera sala 2009-2012’an de ji sedî 75 zêde bûye.
Li gorî daneyên ji Saziya Îstatîstik a Ewropayê hatiye girtin, 120 mîlyon kes bi xizaniye re rû bi rû ye û 43 mîlyon kes jî pirsgirêkê dijî.
Li gorî raporê li Fransayê ji çaran sê kes ji dewletê alîkariya civakî digirin an jî li malên xwarinê, malên xurekê alîkariyê digirin. Ger alîkariyê negirin nekarin kîraya xanî bidin. Pirsgirêka xizaniyê pir zelal tê ditin. Di sê salên dawî de 150 hezar fîrma hatin girti
Li aliyê din serokê Xaça Sor ya Îtalyayê Francesco Rocca, da zanîn ku ji ber krîza aborî saziyên alîkariyê nekarin ji bo xizanan bexşê berhev bikin.
Krîza di serê sala 2008’an de destpê kir, bandora wê hêj li gelek welatên Ewropa tê dîtin.