Li Ewropayê karê ji bo hilbijartinên 24'ê Hezîranê dewam dike. Li Duisburgê bi beşdariya bi sedan kesî buroya hilbijartinê hate vekirin, li bajarên Goppingen, Roma û Grossetoyê jî civînên gel hatin kirin.
DUISBURG: Li bajarê Duisburg ê Elmanyayê, bi beşdariya bi sedan kesî buroya hilbijartinê hate vekirin. Parlamenterê Mûşê yê HDP'yî Ahmet Yildirim, parêzerê Selahattîn Demîrtaş Ercan Kanar û nûnerên HDK'ê tevlî merasîmê bûn. Yildirim li vir axivî û got, "HDP a ku temsîla hemû gelan dike, wêneyê rasteqîn ê Tirkiyeyê ye." Yildirim diyar kir ku wê li her cihî mal bi mal bigerin û hewl bidin her kesî qanih bikin.
GOPPINGEN: Li bajarê Goppingen ê Elmanyayê jî bi wesîleya hilbijartinên 24'ê Hezîranê xwarina piştevaniyê hate belavkirin. Çalakî li komeleya Suryaniyan pêk hat û siyasetmedar Osman Ergîn tevlî bû. Ergîn destnîşan kir ku HDP hêza li Ewropayê gelekî girîng dibîne û bendewariyên xwe jê hene. Li gel axaftinan,peyama namzetê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş jî hate xwendin.
STUTTGART: Li bajarê Stuttgart ê Elmanyayê, civînên Platforma HDP'ê yên li ser hilbijartinê dewam dikin. Di civîna heftane ya platformê de ku roja Yekşemê pêk anî, bernameya li ser rojên bê hate amadekirin. Wekî din li Navenda Çanda Elewiyan a Winnendenê civîna gel hate kirin. Di civînê de hate destnîşankirin ku HDP partiyeke alternatîf e û ji bo parastina dengan banga muşahîtbûnê hate kirin.
ROMA: Ji bo HDP li Îtalyayê bibe partiya yekemîn, HDP karekî xurt dimeşîne. Li bajarên Roma û Grosseto yên Îtalyayê civînên gel hatin kirin. Lêkolîner û aktîvîsta jin Sûltan Oger, Ozan Botan li Romayê di civînê de axivîn. Qisekeran bi bîr xistin ku têkoşîna ji sifirê dest pê kir îro gihîştiye bi milyonan û got, ev yek bi saya têkoşîna azadiyê bûye.
GROSSETO: Bi heman armancê li bajarê Grossetoyê jî civîna gel hate lidarxistin. Malbata gerîlayê HPG'ê Ramazan Tûnç (Dijwar Çelîk) ê 2'ê Kanûna 2017'an li gundê Çatak ê navçeya Kanîreşê ya Çewligê şehîd bû, tevlî civînê bû. Di civînê de hate destnîşankirin ku her denga bê dayin wê bibe fîşekek û li dîktatoriyê bikeve.