Li Ewropayê çalakiyên ‘Ji Ocalan re azadî’ didomin
Kurdistaniyên li Marsilya, Viyana û Kanada Şemiyê ji bo azadiya Rêveberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.
Kurdistaniyên li Marsilya, Viyana û Kanada Şemiyê ji bo azadiya Rêveberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.
MARSÎLYA
Kurdistaniyên li Başûrê Fransa Marsilyayê ev 4 roj bûn bi navê ‘Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû’ ev 4 roj bûn çalakiya kon dabûn destpêkirin, çalakî bi meş û mîtîngekê bi dawî bû.
Meş ji meydana Canebîere dest pê kir û li meydana Vîeux Portê bi daw bû, di çalakiyê de gelek Kurdistanê amade bûn. Jin li pêş meşê dimeşiyan û postorên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Zeynep Kinaci (Zîlan), alayên PKK, YPJ-YPG, TJK-E’yê hildan.
Di meşê de ji bo Ocalan azadî hate xwestin, pankartên xwedîderketinê yên ji bo Efrînê hatin hildan. Bi Fransizî hate gotin, ‘’Ji Ocalan re azadî, Efrîn ne tenêye’ û ‘’Em hemû PKK’yî ne.’’
Piştî meşa heta bi meydana Vîeux Portê ku kon li wir hatibû danîn çalakvanan mîtîngek kirin. Di mîtîngê de Sirûda Netewî Ey Reqîb hate xwendin û endamê NCKD Azad Şirnexî axivî.
Şirnexî got şervanên Kurd li Reqayê dor li çeteyên DAIŞ’ê pêçane û zilma DAIŞ’ê ya li Reqayê wê were bidawîkirin. Şirnexî got şervanên azadiyê yên Kurd nehiştin ku Kobanê bikeve û got, ‘’Kobanê kirin navenda azadî û serfiraziyê. Di şerê Reqayê de jî wê mizginiya srefiraziyê bidin me.
Divê em ji plana dagirkirina EFrînê re bêdeng nemînin. Divê êdî dawî li vê bêdengiyê were. Çawa ku em li Kobanê xwedî derkevin, divê em wiha li Efrînê jî xwedî derbikevin.’’
Şirnexî herî dawî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi tundî şermezar kir û got: ‘’Çi kesê ku dibêje ez ji Ocalan hez dikim, dilsozê îdeolojiya wî me ji niha û pê ve bi tevlêbûna li çalakiyan divê dilsoziya xwe nîşan bide.’’
VIYANA
Li paytexta Avûstûrya Viyanayê jî ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Oclan standa enformasyonê hate vekirin û mîtîngek pêk hat.
Li kolana herî şên a Viyana, li Chrîstîan Broda standa agahdarkirinê hate vekirin û ji bo Ocalan azadî hate xwestin. Piştî nîvro mîtîngek hate kirin. Di çalakiyê de çalakvanan flamayên Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan hate vekirin û boroşûr hatin belavkirin.
Di çalakiyê de tim tecrîda li ser Ocalan hate şermezarkirin û hate diyarkirin heta ku Ocalan azad dibe wê çalakî bidomin.
KANADA
Li Toronto ya Kanada tecrîda li ser Ocalan û hewldana dagirkirina Efrînê ya bi destê hêzên mêtinger hate şermezar kirin.
Meş bi Federasyona Kanada û Meclîsa Gelê Kurd a Demokratîk Toronto pêk hat û di meşê de gelek Kurdistanî amade bûn.
Kurdistanî li Yonge Bloorde civiyan û heta bi Yonge Dundasayê meşiyan.
Di meşê de tim hate gotin ‘Ji Serok Apo re azadî’, ‘TC ji Efrînê derkeve’, ‘ji wekîlên HDP’ê re azadî’’, ‘Erdogan ê faşîst, dest li vîna min nede’. Her wiha hate gotin, ‘’Erdogan ê faşîst dest li vîna min nede’ û piştre bi daxuyaniyeke çapemeniyê dawî li çalakiyê anîn.