Li Ewropayê çalakî didomin

Li Ewropayê çalakî didomin

Li Kobanê berxwedana dîrokî ya şervanên YPG-YPJ’ê a li dijî çavsoriya DAIŞ’ê didome û li Ewropayê jî bi dehezaran Kurd di çalakiyê de ne. Li bajarê Elmanya, Komara Çek, Norveç, Swêd, Hollanda, Swîsre, Belçîka, Îspanya û Danîmarkayê çalakiyan duh jî berdewam kir.

ELMANYA

Li gelek bajarên Elmanyayê bi armanca piştgiriya Kobanê meş û mîtîng pêk hatin.

LI STUTTGARTÊ BI HEZARAN KESÎ MEŞ

Ji bajarên Stuttgart, Heilbronn, Pforzheim, Reutlingen û Ludwigsburg Kurd li Stuttgartê li dora konê li berxwedana Kobanê xwedîderketinê hatin cem hev.

Duh êvarê saet di navbera 18.00-20.00’an de meşek mezin pêk hat. Nêzî 3 hezar Kurd tevlî bûn. Komploya 9’ê Cotmehê jî hat şermezarkirin.

Komên dij-faşîst, Partiya Lenînîst Marksîst a Elmanyayê (MLPD), MLKP, Bir-Kar, ADHK, AABF, Partîzan, SKB piştgirî dan meşê.

LI MÛNÎHÊ ÇALAKIYA RÛNIŞTINÊ Û MEŞ

Li Mûnîhê ciwanên Kurd li eyaleta Bavyera navenda partiya CSU çalakiya rûniştinê pêk hat. Ciwanên ku daxwaza wan a bi hevdîtina rayedaran re hate qebûlkirin, piştre serbest man. Rastî eleqeya mezin a çapemeniya Elman hatin.

Her wiha êvarê jî li Qada Stachus, Kurd hatin cem hev û çalakî pêk hat.  Di çalakiyê de NY, YE û hikûmeta Elman hate şermezarkirin û bang hate kirin ku xwedî li berxwedana Kobanê derkevin.

Piştre girse ber bi stasyona trênê ve meşiyan. Di navbera faşîstên Tirk û ciwanên Kurd de pevçûn derket. Sê ciwanên Kurd hatin binçavkirin. Piştî îfadeyan ciwan hatin berdan. 

WUPPERTAL

Li bajarê Wupertal nêzî 5 hezar Kurdistanî, Elman û çepgirên Tirk çalakî pêk anîn. Meşa li vir saet di 18.30’an de ji ber stasyona trênê destpê kir. Piştî meşê mîtîng pêk hat. Li ser navê CÎK’ê Yadîn Atabey got ku Kurd di nava yekîtiyê de wê li dijî DAIŞ’ê têbikoşin. 

DARMSTADT

Li Darmstadtê jî çalakî pêk hat. Li qada Luîsenplatz saet di 12.30’an de kon hate vedan û li vir standa agahdarkirinê hat vekirin û heta 17’an berdewam kir. Piştî vê çalakiyê nêzî 500 Kurdistanî li qada Luîsenplatz hatin cem hev. Di meşê de komploya 9’ê Cotmehê jî hate şermezarkirin.

ÇALAKIYÊN LI MANNHEIMÊ DI ROJA 6’AN DE YE

Ev 5 roj e li Mannheîmê DAIŞ û dewleta Tirk bi meşan tê protestokirin. Di Meşa saet di 18.00’an de destpê kir nêzî 2 hezar kes amade bûn û êrîşên DAIŞ’ê hatin şermezarkirin.

Di meşê de berxwedana YPG-YPJ’ê hate silavkirin û meş li Qada Parade bi mîtîngê berdewam kir. 

LI KARLSRUHE STAND Û SÎNEVÎZYON

Li bajarê Karlsruhe yê Elmanyayê gelek çalakiyan duh jî berdewam kir. Li Stephanplatzê stand hat vekirin û sînovîzyonek hat nîşandan. 

LI GOTTÎNGEN ÇALAKÎ DIDOME

Li bajarê Gottîngen jî bi armanca piştevaniya Kobanê kon hate vedan. Kurdan ji roja Şemiyê ve gelek meş pêk anîn û bi SPD, CDU, Partiya Korsanan û Keskan re hevdîtin pêk anîn. Di çarçoveya çalakiyan de gelek belavok hatin belavkirin û stand hatin vekirin. 

LI NIENBURGÊ JI BO KOBANÊ MEŞ

Li bajarê Nîneburgê jî meşek pêk hat û nêzî hezar kes tevlî bûn. Di meşê de bang hate kirin ku bila hêzên koalîsyonê demildest bikevin nava tevgerê.

LI NURNBERGÊ ÇALAKIYA RUNIŞTINÊ

Li bajarê Nurnbergê jî li stasyona trênê çalakiyek rûniştinê pêk hat. Nêzî hezar kesî tevlî çalakiyê bûn û piştre jî heta Dêra Lorenzkîrche meş pêk hat.

KOMARA ÇEK: LI BER SEFERATXANEYA MEZIN MEŞ

Li paytexta Prag a Komara Çek çalakî pêk hat. Li ber seferatxaneya mezin mîtîng pêk hat û ji çar parçeyên Kurdistanê 150 kes tevlî bûn. 

NORVEÇ

OSLO

Li Osloyê li ber avahiya Wezareta Karên Derve nêzî 700 Kurd hatin cem hev û tevî barana dijwar jî çalakî pêk hat. Di çalakiyê de Komploya 9’ê Cotmehê hate şermezarkirin û piştî mîtîngê girse ber bi Sefaretxaneya mezin a DYA’yê ve meşiyan. Di çalakiyê de daxuyaniyek hat xwendin. 

BERGEN

Li bajarê Bergen jî nêzî 30 Kurd li navenda bajar çalakiya rûniştinê ya bêdem dane destpêkirin. Duh êvarê çalakiyê eleqeyek mezin dîtin. Li bajarê Trodheîm û Stavanger jî wê roja şemiyê meş pêk bên.

SPANYA

Di çalakiya ku li Spanyayê pêk hat de li gel Kurdan, Spanyolî, Bangladeşî, Hîndî, Peruyî, Afganî, Bulgarîstanî, Rumen û Emenî bi giştî 400 kes tevlî bûn. Mîtîng ji aliyê çapemeniyê ve hate şopandin û bi zimanê Spanyolî belavok hatin belavkirin.
Bang hate kirin ku wê di 29’ê Cotmehê de mîtîngeke mezin pêk bê û banga tevlîbûnê hat kirin.

BELÇÎKA: LI BRUKSELÊ GREVA BIRÇÎBÛNÊ

Li Brukselê greva birçîbûnê kete roja çaran. Gelek saziyên çapemeniyê daxuyaniya çapemeniyê şopandin û bi Îngîlîzî û Fransî belavok hatin belavkirin.

HOLLANDA: VENLO

Li bajarê Venlo ya Hollandayê mîtîngek pêk hat û nêzî 300 Kurd tevlî bûn. Mîtîng saet di 18’an de destpê kir.

SWÎSRE 

LI ZURÎHÊ JIN Û CIWAN DI ÇALAKIYÊ DE BÛN

Li Zurîhê bi sedan Kurd heta gara trênê ya Bahnhofstrasse meşiyan. Çalakger çûn serdana endamên Komalên Ciwan ên ev du roj e li ber avahiya parlamentoyê çalakiya rûniştinê pêk tînin.

Di meş û mîtînga de di axaftinên hatin kirin de hat gotin ku wê çalakî bênavber bidomin, dewleta Tirk piştgiriyê dide DAIŞ’ê û komkujiya Kurdan erê dike.

Li Baselê jî roja Şemiyê we meşek pêk bê. Ji bo hemû Kurdên welat banga tevlîbûnê hate kirin.

LI BASELÊ DAXUYANIYA ÇAPEMENIYÊ Û ÇALAKIYA KONVOYÊ

Li Baselê bi pêşengiya Ciwanên Azad a Baselê nêzî 100 ciwanî li gara trênê çalakî pêk anî. Ciwanan cil û bergên spî li xwe kirin û li erdê xwe dirêj kirin. Çalakiyê eleqeyek mezin dît.

Di saetên êvarê de jî komploya 9’ê Cotmehê hate şermezarkirin û piştre jî ciwanan bi 15 wesayîtan alên PKK û posterên Ocalan vekirin û li bajar bi konvoyê tûr avêtin.

LI BERNÊ MEŞ Û MÎTÎNG

Bi sedan Kurd li Gara Trênê ya Bernê hatin cem hev û li vir piştî daxuyaniyê meşek pêk anîn. Komploya 9’ê Cotmehê hate şermezarkirin û hat gotin ku wê Şoreşa Rojava bigihînin serkeftinê û komployê vala derxin. Girseyê meşek pêk anî û çalakiya rûniştinê li dar xistin. 

LI BIEL GREVA BIRÇÎBÛNÊ

Li Bîelê jî li ber gara trênê kon hat vedan û çalakiya greva birçîbûnê ya sê rojan hat destpêkirin. Her wiha kampanyaya alîkariyê ya Heyva Sor jî eleqeyek mezin dibîne. çalakî wê roja 11’ê Cotmehê saet di 17.30’an de bi mîtîngekê bi dawî bibe. 

SWÊD

Gelek kes di saetên êvarê de li Qada Sodermalm hatin cem hev. Di çalakiyê de çete û desthilatdariya AKP’ê hate şermezarkirin. Li ser navê girseyê daxuyaniyek hat xwendin û hat diyarkirin ku Kobanê di bin tehdîda komkujiyê de ye û  ji bo pêşîlêgirtina komkujiyê divê mudaxaleya fiîlî bê kirin. 

MALMO

Li bajarê Molmo jî ciwanên Kurd çalakiyek pêk anîn. Ciwan saet di 17.00’an de li Qada Mollevagtroget hatin cem hev û heta qada Gustav Adolf meşiyan. 

HALMSTAD

Li Hamstad jî duh di saetên nîvro de nêzî 100 çalakgerî li ber Radyoya Dewletê ya Swêdê çalakî pêk anîn û piştre ber bi navenda bajar ve meşiyan. 

KARLSTAD

Li Karlstad li qada Storatorge Kurdên hatin cem hev çeteyên DAIŞ’ê protesto kirin. Çalakger ji Radyoya Dewletê ya Swêdê re axivîn û diyar kirin ku ew çeteyan şermezar dikin û gotin divê demildest dewlet bikevin nava tevgerê. 

MORA

Li Mora jî çalakiyek pêk hat. Kurdên li qada Fridhemsplan civiyan rê li trafîkê girtin û meşek pêk anîn.

UPPSALA

Li Uppsala jî duh êvarê çalakiyek mezin pêk hat.  Girseya ku ji hezar û 500 kesî pêk dihat di çalakiyê de DAIŞ şermezar kir û hêrsa xwe ya li dijî dewleta Tirk anîn ziman. 

DANÎMARKA

Li Danîmarkayê jî Kurd ji bo Kobanê bûn yek dil. Federasyona Komeleyên Kurd a Danîmarkayê (FEY-KURD) meşek meşaleyî pêk anîn û nêzî 5 hezar kes tevlî bûn.

ÎNGÎLÎSTAN

Li Londonê jî çalakiyên piştevaniyê didomin. Kurd li Qada Trafalgar hatin cem hev, heta avahiya parlamentoyê meşiyan û pira Westmînster saetekê ji trafîkê re girtin.

Li bajarê Hull jî bi sedan kes hatin cem hev û çalakiya piştevaniyê pêk anîn.