Li Ewropayê bajar bi bajar banga Kobanê
Li Ewropayê bajar bi bajar banga Kobanê
Li Ewropayê bajar bi bajar banga Kobanê
Kurdên li Diasporayê li her çar aliyên Ewropayê ji bo Kobanê daketin kolanan. Kurdistaniyên li her cihê ku lê ne, bang li saziyên navneteweyî û civaka navneteweyî dikin ku bi awayeke lezgîn bikevin nava tevgerê.
Piraniya çalakiyên Kurdan li ber avahiyên parlementoyan, organên çapemeniyê, balyozxaneyên DYA, balafirgeh û îstasyonên trenan pêk tên.
Nûçeyên çalakiyên ku saet ji 02.00 û şûn ve gihiştine ajansa me wiha ne:
MUNSTER
Li bajarê Elmanya Munsterê bi sedan Kurd meşekê li dar xistin. Tevî Kurdan Tirk û Elman jî tevlî meşê bûn. Girseya li ber şaredariya Munsterê li hev kom bû, heta ber avahiya balyozxaneya Tirk meşiyan.Kurdan di çalakiya xwe pankartên bi awayê “Kobanê ne bi tenê ye” û “Daiş cîhanê dikuje, rawestîne” hatin hilgirtin. Li ber balyozxaneyê çalakiay rûniştinê hate lidarxistin. Di axaftinên di çalakiyê de hatin kirin de hate diyarkirin ku heta êrîşên li ser Kobanê berdewam bikin û raya giştî ya navneteweyî li hemberî wan bê deng bimîne, çalakiyên wan dê berdewam bike.
Polîsan li derdora balyozxaneyê tedbîrên berfireh girtin û çalakî bi dirûşiman berdewam dikin.
MARSÎLYA
Kurdistaniyên li bajarên Marsîlya û Marignane yên li başûrê Franseyê dijîn, ji bo Kobanê daketin qadan. Nêzî 500 Kurdistaniyên tevlî çalakiyê bûn li ber Parlementoya Herêmê li hev kom bûn, her wiha bi sedan kes jî li balafirgeha Marignaneyê çalakî li dar dixin.
MUNIH
Li bajarê Elmanya Munîhê, zêdetirê 300 Kurdistanî li Stachus a li navenda bajêr li hev kom bûn mitîng û meşekê li dar xistin.
Meşa Kurdan li Rindermarktê bi dawî bû. Di çalakiyê de bang hate kirin ku tevlî çalakiya ku dê sibê saet di 08.00 li Staatskanzleiya ku wezîr lê kom dibin, bibin.
DORTMUND
Li bajarê Elmanya Dortmundê jî bi sedan kes li navenda bajêr li hev kom bûn. Hejmara girseya ku heta îstasyona trenê meşiya gihişt hezar kesî.
Sibê jî wê saet di 10.00 de, li ber balyozxaneya DYA’yê çalakî bê lidarxistin.
DUSSELDORF
Li bajarê Elmanya Dusseldorfê, 2 hezar û 500 kes, avahiya televîzona Elman WDR’ê dagir kirin. Piştî hevdîtina bi rayedarên TV’yê re, rayedaran soz dan ku ew ê nûçeyên derbarê Kobanê de biweşînin. Çalakger piştre berê xwe dan avahiya parlementoyê û li ber parlementoyê çalakiya rûniştinê pêk anîn.
BREGENZ
Kurdistaniyên ku li herêmên Bregenz û Innsbruckê yên bajarê Awusturya Tîrolê dijîn, piştî meşê çalakiya rûniştinê li dar xistin.
KIEL
Kurdistaniyên ku bi qasî 2 saetan li îstasyona navendî ya trenê çalakî li dar xistin, piştre heta ber avahiya televîzyona NDR’ê meşiyan.
Li hemberî bendên polîsan jî, Kurdistanî ketin hundirê avahiya televîzyonê û nerazîbûn nîşanî ji nedîtî ve hatina li hemberî Kobanê dan. Rayedarên televîzyonê soz dan ku ew ê derbarê Kobanê de nûçe biweşînin.
Dê sibe saet di 14.00 de, li bajêr li ber parlementoya eyaletê çalakiya rûniştinê bê lidarxistin.
LI BRUKSEL Û HANNOVER DAGIRKIRINA BALAFIRGEHAN
Li paytexta Belçîka Brukselê û li bajarê Hannover ê Elmanyayê çalakiyên dagirkirina balafirgehan hate lidarxistin. Çalakgerên ku li Brukselê li ber PE’yê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn, balafigeha bajêr dagir kirin.
ESSEN
Li bajarê Essenê jî zêdetirê 1500 Kurdistanî li îstasyona trenê ya navendî çalakî li dar dixin. Piştre jî li navenda bajêr meş li dar xistin.