Li Spanyayê li dijî çeteyên îslamîstên radîkal 2 kes hatin binçavkirin, tê gotin dibe ku têkiliyan van 2 kesan bi çalakiya 22’yê Adara 2016’an a Brûkselê re hebe. 2 çeteyên ku hatine girtin li xwe mikur hatine ku roja êrîşê ew li Balafirxaneya Zaventem a Brûkselê bûne.
Li Londrayê ku 22’yê Adarê 4 kes hatibûn kuştin, kesekî ku jê dihate gumankirin wê çalakiyan bike hate girtin. Ev kesê 27 salî li devereke Londrayê ku gelek avahiyên wezaretê lê ne, li Whîtehallê hate girtin ku gelek kêr li ser hatin zevtkirin.
LEŞKERÊ ELMAN LI VIYANA BI ÇEKÊ HATE GIRTIN
Li hêla dî jî serpêl Elman ku Sibatê li Viyana ya Avûstûryayê hatîn girtin jî, tê îdîakirin wê ‘êrîşa nîjatperestî’ bikira.
Serpêlê ku li Viyanayê bi çekê li ser hatî girtin diyar bû ku li nêzî Strasboûrgê peywirdar e û dema ku dixwest ji bo penabertiyê serî lê bide hatiye girtin.
Li gorî çapemeniya Elman ev kes 2015’an li Elmanya xwe weke penaberekî ku ji Sûriyê hatiye nîşan daye û dema ku ev li Viyanayê hatiye girtin ji nû hatiye fêhmkirin.
Her wiha xwendekarekî zanîngehê yê 24 salî ku guman jê tê birin wê bi leşkerê Elman re çalakî bikira hatiye binçavkirin.
Li Spanya, Elmanya, Brîtanyayê li gel binçavkirin û girtinan, Sêşemê li Fransayê jî 4 kes hatibûn binçavkirin. Tê gotin ev kes jî bi çeteyên îslamîstên radîkal re têkildar in.