Li Ewropa çalakiyên ji bo azadiya Ocalan

Ji bo tenduristî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Îtalya, Avûstûrya  û Fransayê çalakî hatin lidarxistin.

Li bajarên Grossetto û Bolzano yên Îtalyayê bi sedan kesî ji bo Ocalan çalakî li dar xist.

Li bajarê Grosseto ê Îtalyayê ji bo tenduristî û ewlehiya Birêz Abdullah Ocalan meşek hate lidarxistin. Meşa ku seat 15:00’an de li pêşiya gara trenê ya Grosseto destpêkirî, piştî ku dosya pêşkêşî Walitiyê hate kirin heta şaredariya domiya. Meşa ku zêdetirî 200 kes beşdar bibûn bi dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.

BOLZANO

Li bajarê Bolzano jî bi daxwaz azadiya Ocalan meşek hate lidarxistin.

Kurdistanî û dostên wan yên Îtalyan ku li parka îstasyona Bolzano li hev civiyan, diyar kirin ku zêdetirî salekê ye ji Ocalan agahî nayê girtin û tecrîda ku tê pêkanîn şermezar kirin.

Di meşê de ku li pêşiya şaredariyê bi dawî bibû  bê navber dirûşmeyên ‘Viva Oclan’, ‘Viva Kurdistan’ û ‘Terorîst Erdogan’ hate qîrkirin.

MARSILYA

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Oclan ji aliyê Ciwanên Azad ve mîtîngek hate lidarxistin.

Di çalakiyê de Firat Sevînç li ser navê Ciwanên Azad ên Marsîlyayê axivî û banga tevlîbûna pêngava ‘Serî Hilde’ li hemû ciwanan kir.

Di çalakiyê de ku li navenda bajêr pêk hat, ciwanan bê navber dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ qîr kirin û daxwaz kirin ku bi lez heyetek serdana Ocalan bike.

VIYANA

Li paytexta Avûstûrya Viyanayê jî ji bo dawî lê anîna tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê Komeleya Avesta ya Jin ve bi şîara ‘Azadiya Rêbertiya me, azadiya me ye’ mîtîngek hate lidarxistin.

Di mîtîngê de ku li navenda Chrîstîan Broda Platz hate kirin, posterên Ocalan hatin vekirin û gel eleqeyekî mezin nîşanî mîtîngê dan.

Di mîtîngê de li ser pêvoja dawî ya siyasî û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axaftin hate kirin. Her wiha hate gotin ku heta Rêber Apo azad nebe wê çalakî bidomin û banga tevlîbûnê ji bo çalakiyên ku dema pêş  were kirin, hate kirin.