Li Essenê şehîd Arslan û Acar hatin bibîranîn
Li bajarê Essen ê Elmanyayê bi merasîmekê şehîd Sînem Arslan û Umît Acar hatin bibîranîn.
Li bajarê Essen ê Elmanyayê bi merasîmekê şehîd Sînem Arslan û Umît Acar hatin bibîranîn.
Şehîd Sînem Arslan û Umît Acar li bajarê Essen ê Elmanyayê hatin bibîranîn. Bîranîn bi beşdarbûna Kurdistaniyan li Navenda Civaka Demokratîk a Kurdistanê pêk hat.
Merasîma bibîranê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre li ser navê Saziya Malbatên Wenda û Şehîdan (KOMAW( Mehmet Surucî axivî û wiha got; “Heta dijminê me bi vî rengî û bi vî karekterê wehiş hebe em ê hê şehîdan bidin,dîrokê ev erka daniye ser milê me ku em vî dijminê wehiş û hov ji holê rakin û cîhanê ji nav destê wî rizgar bikin ,da ku em jî mîna her kesî bijîn.”
Li ser navê Meclîsa Jinê ya Bêrîvan Şengalî, Dayika Fatîke axivî û got; “Divê gelê Kurd bibe yek û destê hev bigre. Ev 3 meh in ku ez li Tirkiyeyê bûm ,rewşa welat qet nebaşe girtîgeh ji mirovan tejî kirine. Ji ber ravekirina ramanên xwe li ser tevnên civakî kes tên girtin. Cih li mirovan teng dikin û bi vî awayî nahêlin gav bavêjin.”
Xizmê Şehîd Sînem Arslan Yilmaz Gultekin jî axivî û qala Arslan kir; “Şehîd Sînem ji malbatê ne şehîda yekemîn bû ew şehîda 12’emîne û em bi şehîdên xwe serbilindin. PKK partiya şehîdan e û vêya gelê me baş dizane. Çiqas em şehîd bidin rêxistina me bi min ewqas şirîn dibe. Em bi şehîdên xwe serbilindin."
Merasîma bibîranê bi xwendiha helbesta Hunermend Kawa Aktaş a bi navê Umît Acar bi dawî bû.
UMÎT ACAR
Dîsa dîrokê xwe dûbare kir
Cîhanê xwe ker û kor û lal kir
Dipirsim ma gelo kanî wijdan
Dewlet dibin yek li serê Kurdan
Ma li ku maye mafê mirovan
Ku ew pêşwazî dikin Erdogan
Şewata Umît Acar yê ciwan
Dibêje: bê Apo nabe jiyan
Kurê Êlîhê Umît Hêvîdar
Te bêdengî perçe kir,watedar
Hişyar bûn bi te dilên razayî
Te hêz da ew çongên tirsiyayî
Ev neyar çidike bila bike
Kurd ticarî serî daqûl nake.!
Her şad be giyanê te ey heval
Bi şehadeta te bilind e al