Li Essenê çalakiya Kobanê: Divê koalîsyon korîdor veke

Li Essenê çalakiya Kobanê: Divê koalîsyon korîdor veke

Çalakiya konvedanê ya ku rojên pênçşem û înê, bi armanca piştgiriya bi Kobanê re, bi pêşengiya jinên Kurd hatibû destpêkirin, îro bi mitîngekê bi dawî bû.  Di mitîngê de bang li raya giştî ya navneteweyî û koalsîyona navneteweyî hate kirin ji bo Kobanê korîdorekê vekin.

Çalakiya konvedanê ya ku rojên pênçşem û înê, bi armanca piştgiriya bi Kobanê re, bi pêşengiya jinên Kurd hatibû destpêkirin, îro bi mitîngekê bi dawî bû. Di mitîngê de bi qasî 300 kes amade bûn.

Nunerê Partiya Die Linke (Partiya Çep) a Elman Volsgang Freye di mitîngê de axivî û got: "Divê koalîsyon ji bo hêzên YPG û YPJ korîdor veke û Elmanya jî qedexeya li ser PKK’ê rake."

Ji DIDIF’ê Ezgî Guyildar bal kişand ser girîngiya piştevaniya Kobanê û Rojava û Endamê Têkiliyên Derve ya Meclîsa Gel a Essenê û encumenê meclîsa şaredariya Essenê yê ji Die Linke Yilmaz Gultekîn jî diyar kir ku divê Kurd xwe bi awayeke xurt bi rêxistin bikin û dengê xwe ji hemû cîhanê re rabigihînin.

Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Essenê û endamê rêveberiya NAV-DEM’ê Talip Ustebay got: “Divê hukûmeta AKP’ê tavilê dest ji polîtîkayên xwe yên ne exlaqî berde, ger dest jê bernede wê bi kaoseke mezin re rû bi rû bibe.”

Di dawiya çalakiyê de banga tevlîbûna meşa ku wê sibe li bajarê Dusseldorfê bê lidarxistin, bibin