Li Eşrefiyê Topbaran: 3 mirî, 6 birîndar
Li Eşrefiyê Topbaran: 3 mirî, 6 birîndar
Li Eşrefiyê Topbaran: 3 mirî, 6 birîndar
Hêzên rêjîma Sûriyê di saetên derengî şevê de, bi tanqên xwe yên li taxa Xalidiyê, Taxa Eşrefiyê topbaran kir. Di encamê de 3 sivîl hatin kuştin û 6 birîndar bûn.
Hêzên rêjîma Baas ji tangên xwe yên li taxa Xalidiyê taxa Eşrefiyê topbaran kir. Yek ji topan li mala welatiyekî ket. Di encamê de 3 welatiyên bi navê Beşîr Bekir(80), Ebû Mihemed Elsermînî û hevsera wî jiyana xwe ji dest dan. Her wiha di encamê de welatiyên bi navê Samir Elî Cedoi, Heysem Mihemed Elî, Ebdilrehman Beşîr Berxût, Mehmûd Mehmûd Berxût û 2 welatiyên ku nasnameya wan ne hate hînbûn, birîndar bûn.