12 sosyalîstên di serdegirtina avahiya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) hatin binçavkirin, hînê li şaxê têkoşîna li dijî terorê ya Midûriyeta Emniyete ya Stenbolê tên ragirtin.
Ji ber ku biryara "nepenîtiyê" li ser dosyayê heye, nayê zanîn bê sosyalîst bi çi tên sûcdarkirin. Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Bindestan Ozlem Gumuştaş got, "Ji ber biryara nepenîtiyê me dosya nedît. Lê belê wêneyên ji çalakî û bîranînên 1'ê Gulanê nîşanî muwekîlên me dane."
Ciwan di dema binçavkirinê de rastî îşkenceya polîsan hatin. Ciwan bi zorê li erdê hatin dirêjkirin, bi awayekî vajî hatin kelepçekirin û bi saetan hatin sekinandin.