Li Ermenîstanê rojbûna Ocalan hate pîrozkirin
Kurdistaniyên li Ermenîstanê dijîn, rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin.
Kurdistaniyên li Ermenîstanê dijîn, rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin.
Kurdistaniyên li Ermenîstanê yên ji Oktonberiya, Aboviyan, Akbaran û Êrîvanê ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin cem hev û bi bernameyekê salvegera 69’an a rojbûna Ocalan pîroz kirin.
Pîrozbahiya li paytext Erîvanê ji aliyê Komîteya Kurdistanê ve hate organîzekirin û bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir.
Di pîrozkirina rojbûnê de axaftin hatin kirin û hate gotin 4’ê Nîsanê rojbûna Kurdan û hemû civkaên bidest e û ji bo Kurdan rojeke pîroz e.
Serokê Şêwra Kurdên Ermenîstanê û parlamentere kurd Kinyas Hemîn jî axivî û got, ‘’Heta ku Rêber Apo ranebû me kesî pak nizanibû bê ka em kî ne’’ û xwest ku 4’ê Nîsanê bibe wesîleeya azadiya Ocalan.
Seroka Komîteya Kurdistanê Jinîka Qadir bal kişande ser girîngiya Ocalan a ji bo jinan û got, ‘’Rêber Apo ji me jinan azadî ye, hêz e, qewet e’’ û destnîşan kir ku îro Li Reqa, Şengalê, Kobanê, Efrînê û hemû çiyayên Kurdistanê jin bi felsefeya Ocalan di dest wan de çek bi serbilindî şerê azadiyê dikin.
Piştî axaftinan helbesta Mirazê Cemal a ji bo Ocalan nivîsîbû hate xwendin, pasteya ku hatî hazirkirin dayik û bavê şehîdan ve hate birin. Piştî pasteyê jî bi stran û govendê bernameya pîrozkirina rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam kir.