Kurdistanî tevî sazî û rêxistinên xwe li hev civiyan û êrîşa dewleta Tirk a li ser Kurdan bi daxuyaniyekê şermezar kirin. Li gundê Araksê yê Oktonberyayê bi beşdariya gundiyan daxuyanî ji aliyê Davût Karasû hat dayîn. Karasû got ku, “Ji ber êrîşên li ser gelê me, em dewleta Tirk û hevalbendên wan bi tundî şermezar dikin. Bila dewleta Tirk bizanibe ku gelê me bi salan e li hemberî dewletê şer dike û berxwedaneke bêhempa didomîne. Ne dewleta Tirk û ne jî hevalbendê wê KDP nikare vîna gelê me bişkînin. Vê nêzikbûna Tirkan a hov, ne nirxên gelan û ne jî çanda gelan li ber çavan digire. Gorên Şehîdan û malên gel jî rûxandine. Êrîşa li ser Şengalê dûmahîka êrîşên DAIŞ’ê yên 3’ê Tebaxa 2014’an e. PKK ev êrîş asteng kiribû û ev êrîş negihiştibû armanca xwe. Dewleta Tirk vê carê bi van êrîşan dixwaze bi encam bike. Lê gelê me yê li Şengal û Rojava, xwe bi rêxistin kirine û ew ê nehêlin ku KDP û Dewleta Tirk bigihêjin armancên xwe”.
Karasû axaftina xwe wisa domand, “Bila gelê me li kesên xêrnexwaz guhdar nekin û li her derê dengê xwe bilind bikin. Ji ber ku îro li Çiyayê Şengalê YBŞ û YJŞ bi nirxê Rêber Apo û bi hezkirina Derwêş û Edûlê şer dikin. Ku em bibin yek em ê dengê xwe bigihînin çar parçeyên Kurdistanê. Ya din jî em sersaxiyê ji malbatên cangoriyan dixwazin û bila serê gelê me sax be. Em dibêjin şehîd namirin û ew ê rêya me ronî bikin.”
Piştî axaftina Seroka Kurdistan Komîte ya Jinan jî, daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.