Li Ermenîstanê civîna ji bo Ocalan

Li paytexta Ermenîstan Êrîvanê, ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan civînek hate lidarxistin.

Li paytext Ermenîstan Êrîvanê di derbarê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de civînek  hate lidarxistin û di civînê de rol û tecrîda li ser  Ocalan hate destnîşankirin.

Civîn, ji hêla Komîteya Kurdistanê, Şêwra Yêkîtiya Kurdên Ermenistanê ya Neteweyî û Yekîtiya Jinên Azad ve hate lidarxistin.

Nêzî 30 rewşenbîr û rûspiyên Kurdan ên Ermenîstanê û ronakbîrên Ermenîstanê tevlî civînê bûn.

'DIVÊ FELSEFEYA OCALAN BÊ FÊMKIRIN'

Di civînê de hate gotin ku tenê girêdana hestiyarî ya bi Ocalan re têr nake, lewma divê raman û felsefeya wî jî bê fêmkirin.

'ZANYARÊ SEDSALÊ'

Dîsa di civînê de hate gotin, “Ocalan zanyarê sedsalê ye û ji bo azadiya mirovahiyê şensekî mezin e. dîlgirtina rêberê me, dîlgirtina hemû mirovahiyê ye.”