Li Ermenistanê 8’ê Adarê hat pîrozkirin

Li Ermenistanê 8’ê Adarê hat pîrozkirin

Jinên Kurd ên li  Ermenistanê li paytaxta Erivanê li hev kom bûn û 8’ê Adarê piroz kirin. Di pîrozbahiyê de nameya Ocalan hate xwendin û name bi çepik û tîlîliyan hate pêşwazî kirin.

Di civînê de destpêkê nameya ku Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo 8’ê Adarê ji jinan re şandibû hat xwendin û silavên Ocalan pêşkêşî jinan kirin. Nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çepik û tîlîliyan hate pêşwazî kirin.

Di civînê de balkişandin ser komkujiya li Parîsê û komkujî şermezar kirin. Her wiha ji dewleta Tirk û Fransayê hate xwestin ku, kujeran aşkera bikin û komkujiyê ronî bikin.

Rojavayê Kurdistanê jî bû rojeva civînê û hate gotin ku, sala 2013’an bûye sala azadiya Kurdan. Di civînê de hate diyarkirin ku, hem jin hem jî gelê me di bin şert û mercên pir zehmet de şoreşê ava dikin û ew ji vir silavên xwe dişînin, her wiha piştgiriya xwe tînin ziman.