Li Erîvanê ji bo Kobanê xwepêşandan
Li Erîvanê ji bo Kobanê xwepêşandan
Li Erîvanê ji bo Kobanê xwepêşandan
Kurdên li Ermenistanê li hember êrîşên çeteyên DAIŞ ên li dijî Kobanê û komkujiya li hember Kurdên Êzidî li Erîvanê xwepêşandanek li dar xistin. Kurdan têkildarî mijarê dosyayek pêşkeşî nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya Ermenistanê kirin.
Li paytexta Ermenistan a Erîvanê bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Kobanê û komkujiya çeteyên DAIŞ li dijî Kurdên Êzidîyên Şengal li Qada Haraparakê, li hev civiyan û dengê xwe bilind kirin.
Xwepêşanderan alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, PKK, PYD, KCK hildan, pankarta “Bijî berxwedana Kobanê”, “Bijî berxwedana Şengalê” vekirin û dovîzên li ser wêneyên jin û zarokên li Şengalê hatin qetilkirin vegotin .
Çapemeniya Ermenistanê jî ku eleqeyeke zêde nîşanî xwepêşandanê da, endamê Komîteya Kurdistanê Dawud Karasû diyar kir ku Kobanê li hember hêzeke ku hemû dinya destek dike, li ber xwe dide, navê xwe bi tîpên zêrîn neqişand û got, “Kobanê li dinyayê navê miletê me, weke roja pîroz bilind kiriyê. Kobanê sembola berxwedana dinyayê ye. Fikir û ramana Rêber Apo li hemû dinyayê îspat kiriye ku wê Kurd bi fikra Rêber Apo bigihêjin serkeftinê.”
Piştî Karasû yek ji Serokê Meclîsa Kurdên Ermenistanê Kinyasê Hemîd axivî. Kinyasê Hemîd şervanên YPG û YPJ’ê silav kir û banga xwedîderketina li berxwedana Kobanê kir.
Çalakvanan piştî axaftinan li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî 10 deqeyan çalakiya rûniştinê pêk anîn. Li ser navê girseyê Seroka Komîteya Kurdistan Jinya Qadir dosyayek têkildarî êrîşên li dijî Koban û Şengalê radestî rayedarên Neteweyên Yekbûyî kir.
Qadir di axaftina xwe ya li vir de jî got ku çeteyên DAIŞ û dijminên gelê Kurd dixwazin gelê Kurd tune bikin û dosyayek têkildarî vê mijarê radestî NY dikin.
Cîgirê Serokê nûnertiya NY a Ermenistanê ku hat ber derî gel pêşwazî kir û got, “Em jî berxwedana Kobanê silav dikin û êrîşên çeteyên DAIŞ şermezar dikin.” Nûner paşê dosya wergirt.
Xwepêşandan bi dirûşmayên, “Bijî Rêber Apo”, “Bijî Berxwedana Kobanê”, “Bijî berxwedana Şengalê”, “Bijî YPG,YPJ û PKK” bi dawî bû.