Li Erfurt’ê salvegera damezrandina PKK’ê hat pîroz kirin
Li Erfurt’ê salvegera damezrandina PKK’ê hat pîroz kirin
Li Erfurt’ê salvegera damezrandina PKK’ê hat pîroz kirin
Li Bajarê Elmanya Erfurtê 7’ê Kanûnê roja şemiyê Kurdistaniyan bi rasthatina 35. salvegera damezrandina PKK’ê şahiyek li darxist. Bi sedan kurdistaniyên ji Thûringen, Kassel û Gottingenê li hola Alte Parteischule ya li Erfurtê civiyan. Di şahiyê de kurdistaniyan şoreşa rojava jî silav kir û komkujiya bi destê hêzên dewleta tirk a li Geverê jî şermezar kir. Di şeva şahiyê de şaredarê navçeya Amedê Sûrê Abdullah Demirbaş axaftinek kir. Demirbaş îşaret bi doza hevdîtinên wekhev ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan kir û di vê çarçoveyê de giringiya hilbijartinên herêmî yên adara 2014’an jî derxist pêş. Demirbaş ji Kurdistaniyên li Ewrûpayê xwest ji bo hilbijartinan bixebitin û destekê bidin BDPyê.
Kurdistaniyan bi sloganên weke “bê Serok jiyan nabe”, “bijî PKK”, “bijî Serok Apo” dilsoziya xwe ya bi Şoreşa Kurdistanê îfade kir. Di şahîyê de Xemgîn Bîrhat, Koma Aberna, Koma Welat û Çetin Oraner derketin ser dikê û hunerê xwe pêşkêşkirin.