Li Erebîstana Siûdî karkerên koçber serî hildan

Li Erebîstana Siûdî karkerên koçber serî hildan

Kampanya zextê ya Erebîstana Siûdî ku hewl dide koçberan ji welatê xwe derxîne, veguherî pevçûnan. Li paytext Riyadê di pevçûnên navbera karkerên biyanî û hêzên ewlekariyê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan, 68 kes jî birîndar bûn.

Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a fermî ya Erebîstana Siûdî, li taxa Hayy Menfûha ya li başûrê Riyadê, êvara Şemiyê hin kesên nasname ne diyar bend danîn û bi polîsan re pev çûn.

Di çalakiya heta ber destê sibê de, welatiyê Siûdî û biyanî birîndar bûn. Kargeh û wesayîtên li nêzî cihê bûyerê, zerar dîtin.

Di nûçeyê de hat ragihandin ku di encama destwerdana hêzên ewlekariyê de 561 kesên tê îdîakirin ku bûne sedema bûyeran, hatine binçavkirin.

Di encama bûyerên ku hat îdîakirin kevir û kêr hatin bikaranîn de, yek ji welatiyê Siûdî 2 kesan jiyana xwe ji dest dan, 68 kes jî birîndar bûn.

Ji bo koçberên ku yek ji sê parên nifûsa welête werin dersînorkirin, Riyadê destpêkê efû îlan kiribû û piştî ku dema efûyê di 3'ê Mijdarê de temam bûbû, vê carê kampanya binçavkirin û dersînorkirinê destpê kiribû.

Hat ragihandin ku ji ber pirsgirêka rûniştinê ya karkerên Etiyopyayî, operasyonên dersînorkirina wan û di dema van operasyonan de kuştina kesekî, bûyer rû dane.

Li Erebîstana Siûdî ya ji 27 mîlyonan, ji sedî 12,5 ê şêniyên welêt bêkar in. Li welêt ji 9 mîlyon koçberan 4 mîlyon ji wan di pêvajoya efûyê de belgeyên wan temam bûbûn û mafê rûniştinê jê re hatibû dayîn. Nêzî mîlyonek kes jî welat terikandin û ji 4'ê Mijdarê û vir ve bi hezaran kes hatin binçavkirin.