Li Entalyayê 3 kes hatin girtin, 8 kes jî hatin binçavkirin
Li Entalyayê di çarçoveya qirkirina siyasî de 3 kes hatin girtin, 8 kes jî hatin binçavkirin.
Li Entalyayê di çarçoveya qirkirina siyasî de 3 kes hatin girtin, 8 kes jî hatin binçavkirin.
Li Entalyayê di çarçoveya qirkirina siyasî de 3 kes hatin girtin, 8 kes jî hatin binçavkirin.
Li Entalyayê di çarçoveya qirkirina siyasî ya vê sibehê de Erbekan Tan ê namzetê berê yê HDP’ê yê Entalyayê ku di hilbijartina 7’ê Hezîran û 1’ê Mijarê de cih digirt û 3 kesên din jî bi hinceta parvekirinên xwe yên li ser tora civakî hatin binçavkirin. 3 kesên ku hatin binçavkirin, piştî karûbarên li avahiya jendermeyan sewqî dozgeriyê hatin kirin. 3 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. 3 kes bi îdîaya “Propagandakirina rêxistinê” û “Heqaret li Serokkomar kirine” hatin girtin û şandin Girtîgeha Sergirtî ya Tipa L a Entalyayê.
Li aliyê din di serdegirtinê malan ên saetên sibehê de 8 kes hatibûn binçavkirin, hat diyarkirin ku bi îdîaya “endamên YPS’ê ne” hatine binçavkirin. Hat ragihandin ku kesên ku hatine binçavkirin li Emniyeta Midûriyeta Entalyayê têne girtin.