Li Enqereyê qirkirina siyasî hate protestokirin
Li Enqereyê qirkirina siyasî hate protestokirin û peyam hatin dayîn ku HDP ew ê dev ji têkoşîna xwe bernede.
Li Enqereyê qirkirina siyasî hate protestokirin û peyam hatin dayîn ku HDP ew ê dev ji têkoşîna xwe bernede.
Li Enqereyê duh operasyonên qirkirina siyasî hatin lidarxistin. Parlementerê HDP’ê yê berê yê Rihayê Îbrahîm Bînîcî, Endamê Lijneya Rêvebir ê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) nexweşê penceşerê Alî Riza Yûrtsever jî di nav de 9 kes hatin destgîrkirin.
‘JI BO KU TÊKÇÛNA XWE VEŞÊRIN’
Çalakî li pêşiya avahiya bajêr a HDP’ê ya Enqereyê hate lidarxistin û gelek nûnerên saziyên sivîl tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de Hevseroka HDP’ê ya bajêr a Enqereyê Nûr Aytemûr axivî. Aytemûr diyar kir ku desthilatdariya heyî ji bo ku têkçûna xwe veşêre û kesên mûxalîf bitirsîne dest bi operasyonan kiriye.
HDP EW Ê DEV JI TÊKOŞÎNA XWE BERNEDE
Aytemûr got ku, “Bi nêzbûna hilbijartinên herêmî re AKP’ê dît ku qeyûm ew ê têk biçin, dest bi operasyonan kir. HDP li hemberî operasyonan ew ê stûyê xwe xwar neke û ew ê her dem bibe hêviya gelan.”
Parlementerê HDP’ê yê Stenbolê Alî Kenanoglû jî got ku, “AKP bi destgîrkirina li Kurdistanê dest bi xebatên hilbijartinên herêmî kiriye. Lê divê AKP bizanibe ku ew mehkûmî têkçûnê ye.”
Daxuyanî bi çepik û sloganan bi dawî bû.