Li Enqereyê li dijî HDP’ê hewldana êrîşa faşîzan

Li Enqereyê li dijî HDP’ê hewldana êrîşa faşîzan

Pêkhateyên HDP’ê yên xwestin bi armanca piştgiriya ji Kobanê re daxuyaniyekê bidin ku rastî astengiya polîsan hatin, komeke nîjadperest jî hewl da avahiya HDP’ê bişewitîne.

Pêkhateyên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ên Enqere, bi armanca şermezarkirina qetilkirinên di xwepêşendinên ji bo Kobanê yên ji aliyê polîsan ve li Cadeya Yuksel li ber bîrdariya mirovatiyê hatin cem hav. Girse bi dirûşmayan ber bi Cadeya Sakarya ve meşiya. Lê polîsan li Cadeya Selanîk pêşiya girseyê girt. Piştî nîqaşeke demkurt a di navbera girseyê û polîsan de girseyê careke din meşa xwe dewam kir.

Girseya ku meşa xwe li Cadeya Sakarya bi dawî kir demekê dirûşm gotin. Paşê Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Alp Altinoz daxuyaniyek da. Altinoz gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a “Eger Kobanê bikeve wê pêvajo biqede” bi bîr xist û got ku divê hikûmet bersivê bide vê bangê.

Li Cadeya Sakarya dema daxuyaniya HDK’ê dewam dikir, komeke nîjadperest a li Guven Park hatin cem hev dirûşmayên, "Wê Tirkiye ji Kurdan re bibe goristan”, "Bila satore bên kişandin serî bên jêkirin” gotin. Koma faşîst diyar kir wê avahiya HDP’ê bişewitînin û bi dirûşmayên nîjadperest ber bi avahiyê ve meşiyan. Lê polîsan nehişt koma nîjadperest nêzî avahiyê bibe. Li ser vê koma faşîst bi dirûşmayan belav bû. Hat ragihandin ku li kolanên Enqere cih bi cih alozî didome.