Li Enqereyê akademîsyen û xwendekar hatin binçavkirin

Li Enqereyê akademîsyen û xwendekar hatin binçavkirin

Polîsan êrîşî xwendekarên Zanîngeha Enqereyê yên êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li hemberî Kobanê şermezar dikirin kirin. Di bûyerên derketin de gelek xwendekar û akademîsyen hatin binçavkirin.

Bi sedan xwendekarên Zanîngeha Enqereyê ji bo şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li hemberî Kobanê, li Kampusa Cebeciyê ya Zanîngeha Enqereyê kom bûn. Xwendekaran li kampusê demeke çalakiya rûniştinê pêk anîn û piştre form li dar xistin. Di forumê de xwendekaran der barê êrîş û helwesta hikûmetê de nêrînên xwe parve kirin. Xwender piştre xwestin ji zanîngehê derkevin lê polîsên ku li ber kampusê bûn nehiştin xwendekar ji kampusê derkevin derve û ketin kampusê, bi ava şid û bombeyên gazê êrîşî xwendekaran kirin. Polîsên ku ketin kampusê terorek pêk anîn bi derban ji 20’an zêdetir xwedekar bin çav kirin. Akademîsyenên bi navê Îlkay Kara, Naîl Dertlî, Aysun Gezer, Celîl Kaya û Onurcan Taştan ên xwestin binçavkirina xwendekaran astengkirin jî ji şîdeta polîsan nesîbê xwe girtin û akademîsyen jî hatin binçavkirin. Pevçûn li devreyî kampusê jî belav bû û cadeya diçe kampusê ji trafîkê re hate girtin. Pevçûnên di navbera polîs û xwendekaran de 3 saetan berdewam kir. Xwendekarên ku rastî êrîşa polîsan hatin piştre li kolanan belav bûn.

 Li aliyê din di çalakiya ku duh ji aliyê rêxistinên sivîl ve hatibû lidarxistin de 9 kes hatibûn binçavkirin piştî îfadeyên wan hatin girtin hatin berdan.