Li Enqerê li dijî HDP’ê operasyon
Li dijî HDP’ê operasyonên destgîrkirinê didomin. Li Enqerê 7 HDP’yî hatin destgîrkirin.
Li dijî HDP’ê operasyonên destgîrkirinê didomin. Li Enqerê 7 HDP’yî hatin destgîrkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA) beriya hilbijartinê li Enqereyê ku di nava wan de rêveberên HDP û HDK hene ji bo 25 kesan biryara girtinê hate dayîn û 7 kes hatin destgîrkirin.
Vê sibê li Enqereyê polîsan bi ser navnîşanên erkdarên sindoqan yê partiyê, rêveberên HDP û HDK’ê jî di nav de hene, girtin. Di serdegirtinê de li malan lêgerîn pêk hat û gelek kes hatin destgîrkirin.
Navê kesên ku heta niha hatine destgîrkirin wiha ye; Berdevka HDK’ê ya Enereyê Fatma Kiliçasan, Fatih Kiliç, Dînçer Dag, Mehmet Baytekîn, Sîdar Gokseu, Bariş Delî û Delal Demîr.