Li Enqere ji bo girtiyên nexweş meş pêkhat
Li Enqere ji bo girtiyên nexweş meş pêkhat
Li Enqere ji bo girtiyên nexweş meş pêkhat
Nûnertiya TUHAD-FED'ê ya Enqere diyar kir ku, li Girtîgeha Metrîsê ji girtiyên nexweş re îşkence tê kirin û bang li Saziya Tipê ya Edlî kir ku dest ji pêkanînên cudakar û nîjadperest berde.
Endamên Nûnertiya TUHAD-FED'ê yên Enqere ji bo balê bikşînin ser rewşa girtiyên nexweş ji ber YKM'ê heya Wezareta Dadê meş li dar xistin. Endamê Meclîsa Aştiyê Tirkiyeyê Îmam Canpolat, Endamê HDK'ê Harun Çakmak, ÎHD, endamên Egîtîm Sen'ê û nûnerên Hewildana 78'an jî tevlî meşê bûn. Di meşê de pankrata "Ji îşkenceya Metrîsê re na. Ji girtiyên nexweş re azadî" hate vekirin û slogana "Ji girtiyên nexweş re azadî" hate qîrkirin.
Li ber Wezareta Dadê Nûnera TUHAD-FED'ê ya Enqere Havva Ozcan daxuyanî xwend û wiha got: "Heke mirov bixwaze rewşa welatekî bizane divê mirov berê xwe bide girtîgeyên wî welatî. Li Tirkiyeyê mirov ji ber şer, xizanî, înfazên bêdadî û îşkenceyên li girtîgehan jiyana xwe ji dest dan. Mirinên di dîroka mirovahiyê de weke belgeyên rûreşiyê bên dîtin pêk tên. Ev mirin li girtîgehan pêk tên. Girtiyên azadiya wan ji destê wan hatî girtin bi destê dewletê li girtîgehan tên kuştin."
Ozcan anî ziman ku, di şer de jî kesên nexweş, jin û zarok dîl nayên girtin. Ozcan da zanîn ku, li girtîgehên Tirkiyeyê 121 girtiyên rewşa wan giran, 108 girtiyên lezgîn û zêdehî 400 girtiyên nexweş hene û wiha axivî: "Hişmendiyan hemû hiqûqên navneteweyî û hemû rêgezên demokratîk binpê dike û ligel vê yekê hiqûqa xwe jî bin pê dike li ser girtiyên nexweş dixwaze bi civak û kurdan re hesabê bipirse." Ozcan bilêv kir ku Saziyên Tipa Edlî (ATK) bi helwesta nîjadperest û cudakar nêzî dibin û wiha pê de çû: "Ji bo rapora nikare di girtîgehê de bimîne bide hewcehî bi doktorbûnê tuneyî jî ji aliyê rayedaran ve biryarên redkirinê tên dayîn."
Ozcan wiha axaftina xwe berdewam kir: "Weke hûn hemû dizanin em di pêvajoya muzakere û çareseriyê ya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan ve hatî destpêkirin de ne. Êdî cenazeyên leşker û gerîlayan nahên. Lê li girtîgehan hêj cenaze tên. Di demên dawî tenê ji Girtîgeha Sîncanê 3 cenaze derketin. Berpirsiyarê van mirinan hikûmet e. Di çarçoveya 4'emîn Paketa Dadê de tenê 3 hevalên me tahliye bûn. Bi dehan jî hatin redkirin. Saziya Tipa Edlî bi vê helwestê cezayê darvekirinê yê nehî pêk tîne. Dest ji vê helwesta xwe berbidin. Wezareta Dadê û hikûmet ji bo pêvajo pêş bikev înîsiyatîfê bikar bîne, Serokomar gavan bavêje. Em li vir careke din hikûmetê hişyar dikin. Heke hûn nexwazin bibin berpirsiyarê mirinên nû bi lezgînî gavan bavêjin. Hemû girtiyên nexweş serbest berbidin."
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê ya ji 10 deqeyan pêk tê hate lidarxistin. Endamê HDK'ê Harun Çakmak, nameya Salîh Tugrul û Alî Ekber Oruç ên di girtîgehan nikarin hewcehiyên xwe bi cih bînin xwend û bang li Saziya Tipa Edlî kir.