Li Elmanyayê şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ hatin bibîranîn
Şervanên di êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên bi ser Efrînê de şehîd bûbûn, li bajarê Bremen û Darmstadt ê Elmanyayê hatin bibîranîn.
Şervanên di êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên bi ser Efrînê de şehîd bûbûn, li bajarê Bremen û Darmstadt ê Elmanyayê hatin bibîranîn.
DARMSTADT
Li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê şehîdên Efrînê Halîl Efrîn, Welat Efrîn û Delîl Efrîn hatin bibîranîn. Merasîma bibîranînê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Darmstadtê ji bo bibîranîna şehîdên azadiyê bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Malbatên şehîd Halîl Efrîn û Welat Efrîn û zêdetirî 300 Kurdistanî beşdarî merasîmê bûn. Sînevîzyona ku qala jiyan û têkoşîna her sê şehîdan dike, hate nîşandan û siyasetmedarê Kurd Ahmet Aktaş û nûnerê PYD’ê yê Ewropa Ethem Rojava axivîn. Merasîma bibîranînê bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ û ‘Berxwedana Efrînê’ bi dawî bû.
BREMEN
Li bajarê Bremen ê Elmanyayê jî Kurdistaniyan şehîdên Efrînê bi bîr anîn yên ku jiyana xwe di ‘Berxwedana Serdemê’ de feda kirin. Merasîm ji aliyê komîteya malbatên şehîdan a Bremenê ve hate organîzekirin, gelek Kurdistanî û dostên wan beşdar bûn. Piştî deqîqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên azadiyê hevberdevkên komîteya malbatên şehîdan a Bremenê Necdet Ersoz û Fatma Heval kesên beşdarî merasîmê bûn silav kir. Merasîma bibîranînê di şexsê şehîd Avesta Xabûr, şehîd Şerwan û şehîd Delîl Efrîn de ji bo hemû şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ hat lidarxistin. Xwişka şehîd Şerwan axivî û wiha got; “Şehîd Şerwan di berxwedana Efrînê de hevalên xwe bi tenê ne hişt û dema bi wan re xaka Efrînê diparast, di encama bombebarana artêşa Tirk a dagirker de şehîd bû. Êşa bira mirov gelek xemgîn dike lê şehîd Şerwan û hevalên wî ji bo me mîraseke bi rûmet hişt ew jî parastina Kurdistanê ye.” Dayîka şehîd Delîl Efrîn bi rêya telefonê beşdarî merasîma bibîranînê bû.