Li Elmanyayê qanûna kotaya jinê tê dereng xistin

Li Elmanyayê qanûna kotaya jinê tê dereng xistin

Li Elmanyayê rêveberiyên şîrket û saziyên mezin sozên xwe yên der barê temsiliyeta jinê de naynin cih.  Pêşnûmeya qanûnî ya der barê temsîliyeta jinê ya ji sedî 30 a koalîasyona demokrat-sosyal a Xrîstiyanan, ji aliyê baskê rastgir yê koalîasyonê ver rastî astengiyan tê.

Li gorî nûçeya di kovara Der Spîegel,wekîlê serokê koma Partiya Yekitiya Xiristiyanên Demokratîk (CDU) Volker Kauder, mafê xwe yê vetoyê yê der barê sozên ku di Peymana Koalîasyonê de cih digire bikaraniye. Di nûçeyê de hat gotin ku Kauder îdia kiriye ku di rêveberiyan de kotaya jinê ji bo hemû şîrketan nekare pêk bê.

Partiya Yekitiya Sosyalîst a Xiristiyan (CSU) ku hevkarê biçûk yê koalîasyonê ye, der barê kotaya jinê de rexneyên tund anî ziman û got divê pêşnûme ji peymana kalîasyonê cudatir bê sererastkirin.

Wezîra Malbatê Manuela Schwesîng û wezîrê Dadê Heîko Maas pênûme qanûn amade kirin û li gorî pêşnûme qanûnê tê xwesttin ku di rêveberiyên 180 şîrketên mezin yên Elmanyayê de herî kêm ji sedî 30 kadroyên wê jin bin.  Hatibû gotin ku di rewşa ku di rêveberiyê de jin tunebin jî, li şûna kadroyên vala dê mêr neyên girtin.

Her wiha tê gotin ku divê di 3 hezar û 500 şîrketên taybet û cemawerî de jî temsiliyeta jinê bê zêdekirin.

Di rojên borî de însiyatîfekê bang li hikûmeta Federal kir kû divê pêşnûmeya der barê kotaya jinê de neyê dereng xistin. Însiyatîfê da zanîn ku ji avabûna hikûmetê heta niha soz hatine dayîn û got divê kotaya jinê demildest bê qanûnîkirin.

Di însiyatîfê de seroka Yekitiya Karsazên Jin Carlotta Koster-Brons, Seroka Yekitiya Hiqûqnasên Jinan Ramona Pisal û gelek parlamenterên meclisa federal têde cih digirt.