Li Elmanyayê li 6 navendan bo Kobanê çalakî
Li Elmanyayê li 6 navendan bo Kobanê çalakî
Li Elmanyayê li 6 navendan bo Kobanê çalakî
Çalakiyên Kurdên li Ewropayê yên ji bo piştgiriya Kobanê her diçe zêde dibin. Li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê bi hezaran kes ji bo Kobanê meşiyan. Li bajarê Kîel jî li ber parlamentoya Eyaleta Schleswig Holstei mîtîng pêk hat û dosya hat dayîn. Li Frankfurtê jî nêzî 500 Kurd li ber Navenda Kongreya Frankfurt a Fuarê hate cem hev. Bêdegeniya hikûmeta Elman a li dijî êrîşên DAIŞ’ê hate şermezarkirin.
DUSSELDORF
Li Dusseldorfê meş pêk hat û bêdengiya DYA û dewletên Ewropayê ya li dijî DAIŞ’ê hate şermezarkirin.
KÎEL
Li bajarê Kîel li ber parlamentoya Eyaleta Schleswîg Hosteîn mîtîng pêk hat û dosya hat dayîn.
FREIBURG
Li bajarê Freîburg jî ji duh êvarê de li ber şaredariyê çalakiya runiştinê pêk hat û girse saet di 18’an de berbi navenda bajar ve meşiyan.
KOLN
Li Kolnê jî ji duh êvarê de gel di çalakiyê de bûn. Komeke Kurdan li îstasyona navendê kon vedan û agahdarî kir. çalakî heta roja înê dê bidome.
Ji bo Paramas yê MLKP’î ku di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest da jî bernameya bîranînê pêk anîn.
MANNHEIM
Li bajarê Mannheîm jî li qada Parade mîtîng pêk hat. bi hezaran kes tevli mîtînga ku navenda LU-MA û Yekîtiya Hêza Demokratîk organîze kiriye.
FRANKFURT
Li Frankfurtê jî nêzî 500 Kurd li ber Navenda Kongreyê ya Fuarê hatin cem hev û çalakî pêk anîn.