Li Elmanyayê hilbijêr wê bi konvoyan biçin ser sindoqan

NAV-DEM'ê, ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê bang li hilbijêran kir ku bi konvoyan biçin ser sindoqan û dengê xwe bi kar bînin.

NAV-DEM'ê, ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê bang li hilbijêran kir ku bi konvoyan biçin ser sindoqan û dengê xwe bi kar bînin.

NAV-DEM'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand ku di 17, 18, 24, 25'ê Cotmehê de wê li gelek navendên Elmanyayê hilbijêr bi konvoyan biçin ser sindoqan.

NAV-DEM'ê diyar kir ku wan li navendên hilbijartinê yên li jinê diyar kirine, bi beşdariya hilbijêrên li hemû bajarên herêma hilbijaritnê re konvoyên ji wesayîtana amade bikin û da zanîn, ku ji bo vê planê jî komîsyonên wan ên hilbijartinê amadekariyan dikin.

Cih û dema bi rê ketina konvoyan bi vî rengî ye:

17'Ê COTMEHÊ
Hannover, Berlîn, Frankfûrt û Maînz

18'Ê COTMEHÊ
Hambûrg, Karlsrûhe û Stûttgart

24'Ê COTMEHÊ
Koln

25'Ê COTMEHÊ
Dusseldorf, Dortmûnd