Li Elmanyayê der heqê Erdogan û hevkarên wî yên sûcan de serîlêdana darizandinê
Li Elmanya der heqê dîktatorê Tirk Erdogan û endamên hikûmetê û leşkerên ku şer bi rê ve dibin, ji ber sûcên şer ên li Kurdistanê werin darizandin serîlêdan hate kirin.
Li Elmanya der heqê dîktatorê Tirk Erdogan û endamên hikûmetê û leşkerên ku şer bi rê ve dibin, ji ber sûcên şer ên li Kurdistanê werin darizandin serîlêdan hate kirin.
Serlêdana Sûc raberî Dozgeriya Federal a Karlsruhê hate kirin, ji hêla gelek parlamenter, parêzerên mafên mirovan, hiqûqnas, akademîsyen, rojnamevan û malbatên mexdûrên şer ve hate kirin.
Serlêdana der heqê Erdogan û reyedarên payêbilind ên dewleta Tirkiyê de, bi îdîaya ku ‘’sûcê şer kirine’’ û ‘’mafên mirovan binpê kirine’’ hate xwestin ku werin darizandin. Serlêdana sûc li paytexta Elmanya, Berlînê bi daxuyaniyeke çapemeniyê ji bo raya giştî hate ragihandin. Serokê Lijneya Rêveber a Komelaya Hiqûq û Demokrasiyê (MAF-DAD), Heîke Geîsweîd, hiqûqnas Brîtta Eder, Petra Dervîhaj, Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz û ji parêzerên Baroya Stenbolê Ercan Kanar tevlî daxuyaniyê bûn.
Di serlêdanê de ku ji bo Dozgeriya Federal a Karlsruhe hatibû dayin, bi sedema ku li Kurdistanê ‘’sûcê şer û mirovahiyê’’ pêk aniye li gel Erdogan, Serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu, Wezîrê Karê Hundir Efkan Alan û rayedarên artêş û polîsan, tê daxwazkirin ku werin darizandin. Di serlêdanê de Faysal Sariyildiz, xizmê Eşref Erdîn ku li Cizîrê hatibû kuştin, Serdar Erdîn û birayê Berjîn Demîrkaya Hasan Demîrkaya weke şahid hatin nîşandan.
Parêzerên ku der heqê serlêdanê de daxuyanî dan, Brîtta Eder û Petra Dervîshaj diyar kirin, serlêdana xwe spartina mexdûrên komkujiyên li Cizîrê, rêxistinên navnetewî, rêxistinên saziyên civakî, doktor û şahidan.
Parêzeran diyar kirin, tiştên ku li Cizîrê pêk hatin li gorî Qanûna Cezayê ya Elmanya sûc in û di nav vê çarçoveyê de tiştên ku di navbera 4-11 Îlonê de pêk hatine, ji xwe re kirine zemîn. Parêzeran diyar kirin, li 3 jêrzemînên cihê yên Cizîrê bi hindikayî 178 sivîl bi qest û hedefkirî hatine kuştin û gotin kesên ku dixwestin birîndaran rizgar bikin hatine astengkirin.
Parêzeran li gorî gotinên şahidan gotin li Cizîrê bi ser mirovan de benzîn hatiye rijandin û bi vî rengî hatine kuştin.
‘DIBE KU AKP’Î NEMA BIKARIBIN DERKEVIN DERVEYÎ WELÊT’
Yek ji parlamenterê berê yên Partiya Kesk û hiqûqnas Mehmet Kiliç jî diyar kir, pişta xwe bi destlênedana siyasî germ kirine û bi vî awayî sûc kirine û daxwaza cezakirina van sûcan ‘’tê wê wateyê ku di qada navnetewî de biryardariya hesabpirsînê ya ji Erdogan û ekîba wî xurt bûye.’’ Kiliç destnîşan kir ku serlêdanên bi vî rengî li hin welatên din jî pêk werin AKP’î wê nikarin ji welêt derkevin.
Di nav kesên serlêdanê de Serokê Lijneya Rêveber a Komelaya Navnetewî ya Hiqûq û Demokrasiyê (MAF-DAD) Heîke Geîsweîd; rojnamevan û dîroknas Dîerk Eckhard Becker; ji akademîsyenan Prof. Susî Meret û Dr. Codelîa Hess; parlamenterên federal ên Dîe Lînke Andrej Hunko û Ulla Jelpke, parlamenterê Eyaleta Hamburgê Martîn Dolzer û Inge Hannemann; Hunermen Esther Bejarano û Konstantîn Wexker; parêzer Sîgrî Topfer, Ralph Monnek, Petra Isabel Schlagenhauf, Martin Lemke ve Lisa Luhrs hebûn.
TÊ XWESTIN KU ERDOGAN Û HEMÛ ÇETEYÊN QESRÊ WERIN DARIZANDIN
Kesên ku darizandina wan tê xwestin:
“Recep Tayyip Erdogan, Serokwezîrê berê Ahmet Davutoğlu, Wezîrê Karê Hundir Efkan Ala, Wezîrên Berê yê Parastinê İsmet Yılmaz û Mehmet Vecdi Gonul, Serekerkan Hulusî Akar, Fermandarê Hêzên Bejahiyê Orgeneral Salih Zeki Çolak, Serekê Daîreya Fermandariya Hêzên Bejahiyê Tumgeneral Mehmet Okkan, Fermandariya Giştî ya Jendermeyan Orgeneral Galip Mendi, 2. Fermadarê Artêşê Orgeneral Adem Huduti, Fermandarê Kolorduyê Korgeneral İbrahim Yılmaz, Fermandarê Herêmê yê Jenderme a Amedê Musa Çitil, Fermandarê Tumena Sînor a Şirnexê Abdullah Baysar, Fermandarê Komandoya Tugayê Jandarma a Şirnexê Ali Osman Gurcan, Fermandarê Jendermeyan ê Bajarê Şirnexê Albay Mustafa Sakaoglu; Midûrê Emniyeta Şirnexê Celal Sel, Midûrê Emniyeta Cizîrê Omer Faruk Karakaş, Waliyê Şirnexê Ali İhsan Su, Qeymeqamê Cizîrê Ahmet Adanur, Dozgerê Komarê yê Cizîrê Cuma Çoban, Midûrê Giştî yê Emniyetê Celalettin Lekesiz, Serokê Daîreya Taybet Turan Aksoy.”
Der heqê Erdogan de, sala 2011’an jî dema ku serokwezîr bû serlêdana sûc hatibû kirin lê Dozgeriya Federal ji ber sedema ku ‘’deslênedan’’a Erdogan hebû, lêpirsîn venekiribû.