BI DÎMEN

Li Elmanyayê çalakiyên konvedanê

Li bajarên Saarbrucken, Dûîsbûrg, Hîldesheîm û Frankfûrt ên Elmanyayê, çalakiyên konvedanê yên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dikin. Li Dûîsbûrg û Hîldesheîmê mîtîng hatin lidarxistin.

Li bajarên Saarbrucken, Dûîsbûrg, Hîldesheîm û Frankfûrt ên Elmanyayê, çalakiyên konvedanê yên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dikin. Li Dûîsbûrg û Hîldesheîmê mîtîng hatin lidarxistin.

SAARBRUCKEN

Bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Saarbruckenê, ji bo azadiya Ocalan kon hat vedan. Di vê çalakiya li navenda bajêr de, li ser şert û mercên Ocalan lê tê ragiritn û komkujiyên li Kurdistanê tên kirin, gelek belavok hatin belavkirin. Di heman demê de Kampanya Malbata Xwişk-Bira ya ji bo malbatên malên wan ji aliyê dewleta Tirk ve hatine xerakirin hatiye destpêkirin, ji mirovên li derdorê re hat vegotin.

DÛÎSBÛRG

Stanta agahdarkirinê ya li Dûîsbûrgê hat danîn jî, di roja çaremîn de bi mîtîngekê qediya. Beriya mîtîngê, Zeynep Kinaci (Zîlan) di salvegera 20. a çalakiya xwe ya fedayî de hat bîranîn. Nûnera Însiyatîfa Jinê li vir axivî û destnîşan kir, divê jinên Kurd li hemberî faşîzma AKP'ê sekneke bi Zîlanî nîşan bidin. Ji nûnerên jinên PYD'î Zozan Dêrik jî ragihand, Zîlan rê nîşanî jinên Kurd daye û tirs berdaye nava dilê dewleta Tirk a mêtînger.

Piştî vê bîranînê mîtîng hat lidarxistin. Di mîtînga girseyî de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Şehîd Namirin" û "Kujer Erdogan" hatin qîrîn.

Çalakgeran diyar kirin, ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan û azadiya wî, ew ê têkoşîna xwe mezintir bikin.

HÎLDESHEÎM

Li Hîldesheîmê jî çalakiya beriya 11 rojan destpê kir, bi mîtîngekê qediya. Stanta agahdarkirinê ji 21'ê Hezîranê û vir ve her roj saet di navbera 14:00-18:00 de vekirî bû. Piştî 11 rojan mîtîng hat lidarxistin. Di vê mîtînga ku gelek kes lê amade bûn de dirûşma "Bê Serok jiyan nabe" hat qîrîn. Piştî axaftinan çalakî bi dawî bû.

FRANKFÛRT

Çalakiya konvedanê ya li Frankfûrtê, ji aliyê endamên Meclîsa Jinê ya Amara li Frankfûrtê û Meclîsa Jinê ya Berçem li Gîessenê dewr hat girtin. Jinan saet di 12'an de dest bi çalakiyê kirin û der barê tecrîda li ser Ocalan de belavok belavkirin. Li ser navê TJK-E Delal Yaman li vir axivî û xwest, tecrîda li ser Ocalan bi temamî bê rakirin. Çalakiyê saet di 18:00 de qediya.

DÎMEN JI ÇALAKIYA LI MANNHEÎMÊ

...